Çeteyên dewleta Tirk 3 welatî li kantona Efrînê revandin

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ragihand ku çeteyên "Polîsên leşkerî" 3 welatî ji malbatekê di nav de 2 jin hene ji gundê Xezewiyê yê girêdayî Şêrawayê revandin.

Çeteyên dewleta Tirk 3 welatî li kantona Efrînê revandin
30 cotmeh, 2021   09:05
ŞEHBA

Çavkaniyan diyar kir ku "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî dagirkeriya Tirk 3 welatî ji malbatekê di nav de 2 jin hene, revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Çavkaniyan navên kesên ku hatine revandin eşkere kirin. Li gorî çavkaniyan nav wiha ne: Eymen Mihemed Kêfo(28), hevjîna wî ya bi navê Binefiş (25) ku dayika 2 zarokan e û xwişka wî ya bi navê Novîn Mihemed Elî Kêfo (25).

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan 3 welatî ji gund bi hinceta ku berê têkiliyên wan bi Rêvberiya Xweser re hebûn, revandin.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di demên dawîn de, revandina jinan li Efrînê zêde kir, her wiha istixbarata Tirk di 23'yê vê mehê de parêzereke kurd bi navê Necah Umer Eros revandin.

Li gorî daneyên Rêxistinê Mafên Mirovan a Sûriye - Efrîn,  tevî revandina Binefiş û Novîn hejmara jinên revandî li kantona Efrînê di meha Cotmehê de gihaşt 16 jinan, di nav de 2 temen biçûk hene, her wiha jinek bi navê Niemet Behcet Şêxo ya ducanî jî hate kuştin.

(dm)

ANHA