Kargeha ziwakirina garis a li Reqayê di hefteyekê de 3 hezar ton garis wergirt

Kargeha ziwakirina garis a li Reqayê 20'ê Cotmehê dest bi wergirtina garis kir û heya niha derdora 3 hezar ton wergirtiye. Li aliyekî din Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê kargeheke êm nêzî kargeha ziwakirinê ava dike.

Kargeha ziwakirina garis a li Reqayê di hefteyekê de 3 hezar ton garis wergirt
30 cotmeh, 2021   07:06
REQA- EHMED ESAF

Kargeha ziwakirina garis a li Reqayê deriyên xwe ji bo wergirtina garis ji cotkaran vekirine. Kargeh li gorî nirxê ku Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kiriye anku her kîloyek bi hezar û 100 lîreyên Sûriyê, garis ji cotkaran werdigire. Her wiha Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê kargeheke êm nêzî kargeha ziwakirina garis ava dike.

Li Reqayê çandina garisê zer zêde dibe, ji beriya 2 salan ve bûye mewsimeke bingehîn û cotkarên Reqayê xwe dispêrin wê, nemaze piştî ku kargeha ziwakirinê ji hêla Rêveberiya Xweser ve hate avakirin.

Beriya vekirina kargeha ziwakirinê, cotkaran bi rêbazên kevn, garis li qadan û kolanan ziwa dikirin.

Yek ji rêveberên kargeha ziwakirina garisê zer a li Reqayê Hisên Dêrik diyar kir ku mewsim li gorî sala borî baştir e û erka kargehê ye, hemû berhem ji cotkaran wergire. Her wiha da zanîn ku ji dema vekirina kargehê ve di 20'ê Cotmehê de nêzî 3 hezar ton wergirtiye.

Hisên Dêrik da zanîn ku kargeh dê hefteya bê dest bi wergirtina garis ji kesên ku peymana derxistina zeytê ji garis danîne, bike û diyar kir ku wan garisê ji bo derxistina zeytê veguhastin kargeha zeyta nebatî ya li Hesekê.

Ji bo destekdayîna qada sewalkariyê, Hisên Dêrik diyar kir ku Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê dê li kêleka kargeha ziwakirinê kargeheke êm ava bike.

Kargeha garis bi rêk û pêk dixebite û ji 3 yekîneyên ziwakirinê pêk tê, her yekîneyek dikare rojane 600 tonî ziwa bike.

Her wiha li gundewarên bakurê Reqayê embarên garis hene ku li gorî pîvanên cîhanî yên depokirinê hatine avakirin.

Di daxuyaniyeke berê ya Komîteya Rêveberiya Çandiniyê ya Reqayê de hate destnîşankirin ku mewsima garis li Reqayê plana çandiniyê ya ku ji bo îsal hatibû danîn, derbas kir û çandiniya wê ji sedî 70 zeviyên avî yên herêmê derbas kir.

(dx)

ANHA