'Bersiva herî xurt a li hemberî êrişên Tirkiyê helwesta yekbûyî ya kurdan e'

Rewşenbîran nerazîbûn nîşanî bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî kurdan dan û got, bersiva herî xurt a li hember êrişên dagirkeriyê hevgirtina pêkhateyên herêmê û hewlesta yekbûyî ya kurdan e.

'Bersiva herî xurt a li hemberî êrişên Tirkiyê helwesta yekbûyî ya kurdan e'
30 cotmeh, 2021   03:09
HESEKÊ- BOTAN HISÊN

Li gorî daxuyaniya HPG'ê, dewleta Tirk a dagirker di navbera 23’yê Nîsanê û 23’yê Cotmehê de zêdetirî 300 caran çekên kîmyewî li dijî HPG'ê bikar aniye.

Helbestvan Omer Şêxmûs diyar kir ku Erdogan di siyasetên xwe yên hovane de cudahiyê naxe navbera tu parçeyên Kurdistanê û got: "Gef û êrişên wî li dijî Rojava berdewam in, hemwextî wê çekên kîmyewî li Başûr bi kar tîne û li Bakur jî binpêkirinan li dijî kurdan pêk tîne."

Nivîskar Ehmed Silêman da zanîn ku dîroka dewleta Tirk a dagirker dîrokeke bi xwîn e û xwe li ser destwerdana li welatên din ava kiriye û wiha dom kir: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide desthilatdariya xwe ya Osmanî vegerîne ku li ser bingeha xwîn, komkujî û qirkirina gelên Rojhilata Navîn ava bû û gihiştibû sînorên Spanyayê."

Silêman anî ziman ku Tirkiyeya nûjen piştî ku herêmên berfireh li Rojhilata Navîn û beşek ji Ewropayê kontrol kir, fikra sînorên xwe yên niha qebûl nake û ditirse ku pergaleke nû ya cîhanî li Rojhilata Navîn were avakirin ku tê de destvala bimîne.

Helbestvan Ehmed Silêman destnîşan kir ku dewleta Tirk bi nêzîkatiyên xwe dixwaze zextê li civaka navneteweyî bike da ku berjewendiyên xwe yên siyasî û neteweyî li Rojhilata Navîn pêk bîne û wiha domand: "Dewleta Tirk bi destwerdana li Yenanistanê, şandina çeteyên ber bi Lîbya û welatên din ve, êrişên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dagirkerina axa Başûrê Kurdistanê û bikaranîna kaxeza penaberan û çekên qedexekirî dixwaze berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn pêk bîne."

Rewşenbîrên Kurd îşaret pê kirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî cesaretê didin Erdogan ku sûcên xwe zêdetir bike.

'BÊDENGIYA CIVATA NAVNETEWEYÎ TÊ WATEYA KU EW ŞIRÎKÊ DEWLETA TIRK E '

Nivîskar Ehmed Silêman destnîşan kir ku bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên mirovî li hember sûcên ku dewleta Tirk li derveyî sînorê xwe pêk tîne, cesaretê didin dewleta Tirk da ku bi hincetên derew zêdegaviyên xwe bidomîne û got: "Bêdeniya navneteweyî tê wateya ku şirîkên Tirkiyê di sûcan de ye."

Silêman wiha dom kir: "Tirkiyê bi erêkirina hêzên navneteweyî di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku di pevçûnan de tu carî helwesteke aştîxwaz negiritye, sûcên xwe didomîne."

Silêman da zanîn ku dewletên serdest bi qasî bidestxistina berjewendiyên xwe guh nadin êşa gel û wiha got: "Civata navneteweyî nikare pêşî li sûcên dewleta Tirk bigire, madem ku ev sûc bandorê  li berjewendiyên wê û ewlehiya Îsraîlê nake."

Bangewaziyên gel Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê li civaka Kurd, partî, aliyên siyasî yên Kurd re berdewam in.

Nivîskar Ehmed Silêman diyar kir ku tenê gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ve dikarin li hember hemû hêzên ku dixwazin mafên wan binpê bikin, bi helwestek tund û yekgirtî bisekinin, her wiha bang li hikumeta Başurê kir ku ji bo vê armancê dixebitin.       

Helbestvan Omer Şêxmûs bang li gel, hêz û partiyên siyasî yên Kurd kir ku berpirsyariyên xwe yên dîrokî yên li hember doza xwe bi cih bînin û sûcên dewleta Tirk a dagirker bi serhildan, xwepêşandan sûcên dagirkeriya Tirk şermezar bikin.

Şêxmûs got, NY'yê berpirsê bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk û sûcên wê yên dubare ye.

(dx)

ANHA