Malbatên şehîdan soza domandina berxwedanê heya azadiya fizîkî ya rêber Ocalan da

Malbatên şehîdan destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi tecrîdê nikare vîna gelê Kurd bişkîne û got, ew ê têkoşînê bidomînin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Malbatên şehîdan soza domandina berxwedanê heya azadiya fizîkî ya rêber Ocalan da
30 cotmeh, 2021   01:45
HELEB- HENAN MIHEMED

Malbatên şehîdan ên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê tecrîda girankirî ya ku rejîma Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye şeremzar kir û gotin ew ê têkoşînê bidomînin heya ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk were.

' HEYA RIZGARKIRINA RÊBERTÎ EM DEV JI DAXWAZÊN XWE BERNADIN '

Bavê şehîd Kojîn, Xelîl Bîlal diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de, komployeke navneteweyî bi armanca tunekirina gelê Kurd di kesayeta rêber Ocalan de ye û got, aramanca êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî HPG'ê çewisandina nasnameya Kurdan û pûçkirina şoreşa wan e.

Bîlal bal kişand ser tirsa dewleta Tirk ji ramanên rêber Ocalan ên ku banga azadiya gelan dike û got: "Divê dagirkeriya Tirk bizanibe ku bi tecrîda li ser rêber Ocalan nikare vîna gelê Kurd bişkîne. Ji ber ku gelê Kurd bi fikir û felsefeya rêber Ocalan bawer dike ku dê ji sîstemên serdest rizgar bike."

Bîlal anî ziman ku bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van binpêkirinan îspat dike ku di siyaseta xwe ya zordar de hevkarê dewleta Tirk e.

Xelîl Bîlal di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Kurd ji bo doza xwe gav paşve navêjin û heya azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk tê dê têkoşîna xwe bidomînin û got: " Heya ku em xwedî li fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan derkevin, dewleta dagirker a Tirk wê nikaribe vîna me bişkîne."

' ARMANCA TECRÎDÊ TÊBIRINA TEVGERA AZADIYA KURDISTANÊ YE '

Bavê şehîd Zekeriya Efrîn, Îsmaîl Qehwê bal kişand ser siyasetên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi her awayî dixwaze bi girtina rêber Ocalan û tecrîda girankirî ya li ser wî ferz kiriye Tevgera Azadiya Kurdistanê pûç bike, ji ber ku rêbertî banga demokrasî û biratiya gelan dike û ev proje gefê li siyasetên wê dixwe."

Îsmaîl Qehwê her wiha bang li PDK'ê kir û got:  "Divê Partiya Demokrat a Kurdistanê baş bizanibe ku siyasetên dewleta dagirker li dijî gelê Kurd dimeşîne û dîrok dê hevkariya bi dagirkeriyê re li dijî Kurdan binivisîne."

Îsmaîl bêdengiya navneteweyî û rêxistinên mirovî li hemberî binpêkirinên li ser Kurdan tên kirin şermezar kir û xwest ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd û rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibin.

'RAMANÊ RÊBERTÎ Jİ KRÎZÊN Lİ ROHİLATA NAVÎN RE ÇARESERÎ YE'

Bavê şehîd Şînda, Qember Beko tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji tecrîda li ser rêber Ocalan ew e ku îradeya gelan bi giştî û jinan bi taybet qels bike û ramanên rêber Ocalan yên ku banga azadiya jinê dike ji holê rake.

Qember Beko di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ramanê rêbert ji tevahî krîzên li Rojhilata Navîn re çareserî ye û got, ew ê têkoşîn û berxwedanê bidomînin heya azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk were.

(dx)

ANHA