​​​​​​​Mihemed Şêxo: Gefên dewletaTirk encama siyasetên wê yên binkeftî ne

Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Mihemed Şêxo diyar kir ku, ji ber pirsgirêkên aborî yên li Tirkiyê dewleta Tirk gef li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

​​​​​​​Mihemed Şêxo: Gefên dewletaTirk encama siyasetên wê yên binkeftî ne
30 cotmeh, 2021   00:45
HELEB-ARIF SILÊMAN

Li pêşiya çavên cîhanê û civata navneteweyî dewleta Tirk gefên dagirkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet  navçeya Til Rifetê ya Şehbayê dixwe . Ji bêdengiya civata navneteweyî diyar dibe ku ew êrişên qirker ên dewleta Tirk rewa dike.

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Mihemed Şêxo ji ajansa me re axivî û got: “Siyaseta dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd ne nû ye. Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve û heta îro, gefên xwe li dijî gelê Kurd, gelên herêmê û destkeftiyên wê ranewestandin.”

Şêxo wiha domand: “Divê em ji bîr nekin ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusa berê) sala 2012`an bi desteka dewleta Tirk a dagirker êrişî Serêkaniyê kir. Ji wê demê ve piştgiriya dewleta Tirk a ji teror û terorîstên mîna DAIŞ û Nusrayê re diyar bû ku bi rêya wan kurdan bikuje.”

Her wiha Mihemed Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû cureyên çekan heta yên qedexekirî, êrişî herêmên Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî kirin û ew herêm bûn şahidên sûcên dewleta Tirk.

Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker û rewşa aborî ya li Tirkiyê de Şêxo got: “Gef û êrişên li dijî herêmê encama pirsgirêkên hundirîn e ku AKP`ê li Tirkiyê derdixe. AKP`ê ji ber ku siyasetên wê bi bin ketin, niha di çiravê de ye. Ji bo ku bala gelê Tirk ji wan krîzan bikişîne bi hiceta terorê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.”

Girêdayî bêdengiya civata navneteweyî Mihemed Şêxo daxuyand ku ev bêdengî derfetê dide dewleta Tirk ku bi awayekî hovane êrişî herêmê bike û gelên herêmê bikuje. Şêxo bang li dewletên cîhanê kir ku dagirkeriya Tirk li ser ewlehiya Sûriyê bi giştî û ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet xeterî ye.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Mihemed Şêxo bang li gelên herêmê kir ku li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk bibin yek.

(şx)

ANHA