ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-10-2021
30 cotmeh, 2021   00:00

-Xwepêşdanên li deriyê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakvanên li Sêmalkayê helwestên xwe li dijî nêzîkatiyan PDK`ê û hikumeta Başûrê Kurdistanê li ser rehîngirtina cenazeyên gerîlayên ji Rojavayê Kurdistanê nîşan da û got “Ji PDK`ê re êdî bes e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîran nerazîbûn nîşanî bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî kurdan dan û got, bersiva herî xurt a li hember êrişên dagirkeriyê hevgirtina pêkhateyên herêmê û hewlesta yekbûyî ya kurdan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi tecrîdê nikare vîna gelê Kurd bişkîne û got, ew ê têkoşînê bidomînin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnas Mistefa Şêx Muslim îhtîmala ku civata navneteweyî li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker helwestekê nîşan bide an wê ceza bike dûr xist û got, divê şêniyên Kobanê li hemberî van êrişên hevgirtî bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Mihemed Şêxo diyar kir ku, ji ber pirsgirêkên aborî yên li Tirkiyê dewleta Tirk gef li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Pispora koma Îxwan El-Misilmîn Cynthia Farhat hişyarî da ku Afganistan bibe navenda terorê, kuştin û bazirganiya madeyên hişbirê û diyar kir ku daxuyaniyên Talîban ên girêdayî parastina mafên jinan "Siyaseteke propaganda" ye û hewldaneke ji bo ku îtîrafeke fermî werbigire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Kargeha ziwakirina garis a li Reqayê 20 'ê Cotmehê dest bi wergirtina garis kir û heya niha derdora 3 hezar ton wergirtiye. Li aliyekî din Şirîketa Pêşxistina Civaka Çandinî ya Reqayê kargeheke êm nêzî kargeha ziwakirinê ava dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA