Şêniyên Zorava gefên dewleta Tirk şermezar kirin

PYD û Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Zorava ya Şamê bang li Rûsya û DYA'yê kirin li hemberî gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwestekê nîşan bidin, her wiha banga diyalogan di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de kirin.

Şêniyên Zorava gefên dewleta Tirk şermezar kirin
29 cotmeh, 2021   22:09
ŞAM

Partiya Yekikitiya Demokratîk (PYD) û Meclisa Malbatên Şehîdan ên taxa Zorava ya Şamê bi daxuyanyekê gefên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên PYD û malbatên şehîdan ji aliyê endamê rêveber ê PYD'ê Ebdurehman Ferhan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin û hate gotin: "Ev êriş tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dke û asta faşîzma rejîma Tirk û îflasa wê ya siyasî û dîplomasî nîşan dide."

Di daxuyaniyê de bang li gelê Sûriyê û hikumeta Şamê hate kirin ku erka xwe bi cih bînin, ji civata navneteweyî bixwaze ku zextê li dewleta Tirk bike da ku ji xaka Sûriyê ji Idlib heya Serêkaniyê derkeve.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk li ser Sûriyê û gelê wê xeteriya herî mezin e. Em di PYD'ê de dibînin ku pêwîst e diyalog di navbera dewleta Sûriyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dest pê bikin da ku çareserî ji hemû pirsgirêkan re werin dîtin ku gelê Sûriyê karibe rê li ber destwerdna Tirkiyê yê di kar û bare hundirîn de bigire."

Her wiha bang li Rûsya Federal û DYA'yê de hate kirin û sînorekî ji siyasetên dewleta Tirk û serokê wê Erdogan re deynin da ku gefên xwe yên li ser Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê wê bi taybet bi dawî bike.

ANHA