Li başûrê Meireb a Yemenê di êrişeke Hûsiyan de 13 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku êrişa çekdarên hûsî ya li başûrê parêzgeha Meribê de 13 kes hatin kuştin.

Li başûrê Meireb a Yemenê di êrişeke Hûsiyan de 13 kes hatin kuştin
29 cotmeh, 2021   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya AFP`ê, koma Ensar Allah a Hûsiyan li parêzgeha Meirebê êrişî mala şexekî alîgirî hikumeta naskikirî kir, di encamê de 13 kes hatin kuştin, di nav wan de zarokek heye.

AFP'ê li zimanê rayedarekî hikumeta Yemenê ragihand ku duh bi şev dema civîna şêx Ebdulletîf El-Qeblî ya bi serokeşîrên ku li kêleka hikumeta Yemenê şer dikin, Hûsiyan moşeke balastîkî avêt mala Şêx Qebelî ya li gerînendeya Cobe ya li başûrê Meireb. Di encamê de 13 kes hatin kuştin, di nav de zarokek heye.

Ev yek piştî xurtkirina êrişên li parêzgeha Meireb a stratejîk pêk hat ku baregeha dawî ya hêzên hikumeta Koalîsyona Erebî li naverasta welat, piştevahiya wê dike.

Hûsiyan beriya niha ragihandibû ku wan bajarê Meireb ji gelek aliyan ve dorpêç kiriye û ketina wê mijara demê ye.

(eh)