Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan sedemên derengmayîna projeya rêya Ebyed eşkere kirin

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Omer sedema derengmayîna projeya qîrkirina rêya Reqa –Hesekê (Ebyed) û plana wan a sala 2022'yan eşkere kirin.

Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan sedemên derengmayîna projeya rêya Ebyed eşkere kirin
29 cotmeh, 2021   09:34
REQA-RUBA EL-ELÎ

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêya M4 qut kir û rêya çûn û hatinê, bi taybet ên erebeyên mezin veguherî rêya Ebyed a ku Hesekê û Reqayê digihîne hev, rê gelek xerab bû. Ji ber ku rêyeke çandiniyê ye ku barên giran tehemûl nake.

Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser ji nêzî 2 salan ve projeya ji nû ve sererastkirin û qîrkirina rê da destpêkirin Lê ji ber ambargoya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, girtina dergehan û tunebûna madeyên sereke yê qîrkirinê proje dereng ma.

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan Cîhad Omer diyar kir ku desteyê bi alîkariya endazyar û pisporên herêmê kargeha bitumen ava kir û xebata qîrkirina rê berdewam  kir, di demeke kurt de 154 kîlometre bi qalindiya 7 cm rê qîr kir.

/kr/uploads/files/2021/10/29/133142_093453_092442_hyeh-alidarh-almhlyh-walbldyat-twdhh-asbab-takhyr-mshrwa-tryq-abydh-.webp

Omer destnîşan kir ku avakirina binesaziya rêyan ji pire û rîgaran ji sedemên derengmayîna projeya qîrkirina rê bû û got, dewletên mezin nikarin mîna vê projeya mezin di demeke kurt de pêk bînin.

Têkildarî parzûngeha bitumen ku desteyê ava kiriye, Omer ev tişt got: "Me avakirina vê kargehê ji dezgehên çapemeniyê re eşkere nekir, da ku derve matmayî bikin ku tiştek li pêşiya xebata me nabe asteng, heger sînor werin girtin jî wê xebat li herêmê me berdewam bikin heta ku daxwazên gel bi cih werin."

Omer plana 2022’yan eşkere kir û ev tişt anî ziman: " Di sala nû de dê piranî rê bi vê madeyê werin qîrkirinê. Her wiha giliyên şêniyan ên ji şaredariyan re li ser xerabûna rêyan dihatin, ji ber tunebûna bitumen bûn ku dihêle qîr hevgirtî be."

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Omer wiha dawî li gotina xwe anî: "Plana me ya 2022’yan destpêkirina qonaxa duyemîn û qîrkirina rê bi qalindiya 15 cm e. Ev rê dê li gorî pîvanên navneteweyî û li gorî xizmetguzariyên înternetê be. Em vê projeyê diyarî tevahî şehîdên ku canê xwe di oxira rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dane dikin."

(fr)

ANHA