Hêzên hikumeta Şamê careke din êrişî ‘herêma bêçek’ kir

Li gel firîna balafirên keşfê li asîmanê Idlibê hêzên hikumeta Şamê careke din êriş birin ser “herêma bêçek” û bi çekên giran herêmên li rojavayê Helebê û gundewarên Idlibê kirin armanc.

Hêzên hikumeta Şamê careke din êrişî ‘herêma bêçek’ kir
28 cotmeh, 2021   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê duh piştî nîvê şevê û vê sibehê bajarokên li "herêma bêçek" topbaran kirin. Di wê topbaranê de bi çekên giran deverên li Kefer Tial, Marat Nasan ên gundewarên rojavayê Helebê kirin hedef.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li gel firîna balafirên kefşê li asîmanê Idlibê hêzên hikumeta Şamê herêmên din ên El-Bara û Fitîra yên çiyayê Zawiyê yê gundewarên başûrê Idlibê kirin armanc. Tu agahî der barê ziyanan de nehatine bidestxistin.     

Balafirên şer ên Rûsyayê duh 7 caran herêma Qah a li ser sînorê Sûriyê yên bi Lîwaya Îskenderûn re ya li bakurê Idlibê li nêzî nuqteya dewleta Tirk a dagirker a li Salwayê, bombebaran kiribû.

(dx)