Welatiyên Qudsê bertekên tund nîşanî rûxandina goristana Yûsifiyê da

Ev 3 roj in hêzên Îsraîlê bi bihaneya ku ew erd girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Qudsê ye, goristana Yûsifiyê ya li nêzî Mizgefta El-Eqsa dirûxîne.

Welatiyên Qudsê bertekên tund nîşanî rûxandina goristana Yûsifiyê da
28 cotmeh, 2021   09:26
 XEZA-MIHEMED EL-SALIM

Welatên ji Qudsê li hemberî rûxandina goristana Yûsifiyê, li pêşiya goristanê xwepêşandan kirin û nehiştin wesayitên şaredariyê bikevin goristanê. Her wiha bi hêzên Îsraîlê re pev çûn û hejmareke welatî hatin binçavkirin.

Muftiyê Giştî yê Qudsê Mihemed Husên alema erebî û îslamî wekî berpirsiyarên mezin ên hedefgirtina cihên pîroz ên îslamê û binpêkirina hirumeta wan ji aliyê Îsraîlê ve, nîşan dan.

Husên got ku hedefgirtina goristanên Îslamê li Qudsa dagirkirî ji aliyê Îsraîlê ve, di çarçoveya hewldanên wê yên guhertina cografiye û demografiya bajêr de tê kirin.

Berdevkê Tevgera Fetih Muniz El-Hayik jî ji ajansa me re destnîşan kir ku hêzên Îsraîlê li dijî miriyên li goristana Yûsifiyê sûcan pêk tîne û ev yek “wêneyê rast yê qirêj ê dewleta Îsraîlê nîşan dide”. El-Hayik ev kiryar wekî xeteriyeke mezin bi nav kir.

El-Hayik bang li tevahî cîhanê kir ku ji bo parastina gelê Filistînê û parastina goristanan û cihên pîroz ên li Qudsê, Îsraîlê neçarî pêkanîna biryarên şerî yên navneteweyî û qanûna navneteweyî bike.

Berdevkê Tevgera Hemas Ebduletîf El-Qanûh jî ji ANHA`yê re wiha axivî: “Sûcên desthilata Îsraîlê yên domdar li dijî şêniyên Qudsê û bi taybetî rûxandina û vekirina gorên li goristana Yûsifiyê, asta binpêkirinên Îsraîlê li dijî gelê Filistînê yên zindî û mirî piştrast dike.”

El-Qanûh destnîşan kir ku kiryarên Îsraîlê li Qudsê “binpkirina hemû qanûnên navneteweyî û olên ezmanî ye û bi armanca avakirina mêtîngehên Îsraîlê li ser erdê me yê pîroz e û hurmeta meriyan binpê dike.”

(cx)

ANHA