DAIŞ`ê êrişeke din li Iraqê pêk anî; 2 leşkerên Iraqê bûn qurbanî

Çeteyên DAIŞ`ê li parêzgeha Selahedîn a Iraqê carek din êriş pêk anî, di encamê de 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin.

DAIŞ`ê êrişeke din li Iraqê pêk anî; 2 leşkerên Iraqê bûn qurbanî
28 cotmeh, 2021   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ'ê li wîlayeta Selahedînê êriş birin ser nuqteyeke leşkerî ya artêşa Iraqê.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê di vê êrişê de 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin.

Şeva 26'ê Cotmehê jî li wîlayeta Diyaleyê di êrişa çeteyên DAIŞ'ê de 12 kes hatibûn kuştin, 15 kes jî birîndar bûbûn.