Nûnerê Çînê li NY`yî: Tirkiyê bakur-rojhilatê Sûriyê dagir kiriye

Nûnerê Dayîm yê Çînê yê li Neteweyên Yekbûyî Geng Shuang li Konseya Ewlekariyê ya NY`yî diyar kir ku dewleta Tirk bi rengekî neqanûnî bakur-rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye û çavkaniyên avê li ser biriye.

Nûnerê Çînê li NY`yî: Tirkiyê bakur-rojhilatê Sûriyê dagir kiriye
28 cotmeh, 2021   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Geng Shuang got, rapora Alîkarê Sekreterê Giştî yê ji Karên Mirovî yên Neteweyên Yekbûyî Berpirsyar a li ser rewşa mirovî ya li Sûriyeyê 'cihê fikaran e'.

Shuang li Konseya Ewlekariyê axivî û got, "Tirkiyeyê bi rengekî neqanûnî bakur-rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye û çavkaniyên avê li ser biriye."

Nûnerê Çînê bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere û garantiya gihandina alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî bide.

Nûner her wiha xwest, pêkanînên yekalî yên li ser Sûriyeyê bêne rakirin.