Îstixbarata Tirk û çeteyên wê parêzereke Kurd ji Racoyê revand

Çavkaniyekî ji herêma Efrînê ragihand ku îstixbarata Tirk (MIT) û çeteyên “Polîsên Sivîl”, parêzera Kurd ji navçeya Racoyê revand.

Îstixbarata Tirk û çeteyên wê parêzereke Kurd ji Racoyê revand
28 cotmeh, 2021   07:57
ŞEHBA

Çavkanî ragihand ku îstixbarata Tirk û çeteyên “Polîsên Sivîl” di 23'yê Cotmehê de parêzer Necah Omer Eros (52) ji şêniyên gundê Kûra ya navçeya Raco, revandiye.

Çavkanî diyar kir ku welatiya bi navê Necah Omer Eros bi îdiayên ENKS`ê bandor bû û ji bajarê Helebê vegeriya gundê xwe yê li Efrînê. Necah bi hinceta ku berê bi saziyên Rêveberiya Xweser re kar dikir, hat revandin.

Heman çavkanî destnîşan kir ku îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên wê parêzer ber bi cihek ne diyar ve birin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, hejmara jinên revandî li Efrîna dagirkirî ji destpêka meha Cotmehê de heta niha gihîşt 14 jinan di nav de yên temen biçûk jî hene. Her wiha jina ducanî ya bi navê Niemet Behcet Şêxo piştî ku ji naveda kantonê tev hevjînê xwe hat revandin, bi îşkenceyê ji aliyê çeteyan ve hat kuştin.

)dm)

ANHA