Rojnameyên Erebî: Rûsya li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê êrişên xwe zêde kirine

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de têkildarî rewşa Sûriyê, êrişên dawîn li Iraqê û aloziya Tûnisê nivîsîn.

Rojnameyên Erebî: Rûsya li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê êrişên xwe zêde kirine
28 cotmeh, 2021   07:43
NAVENDA NÛÇEYAN

RÛSYA LI SER SÎNORÊN SÛRIYE-TIRKIYÊ ÊRIŞAN ZÊDE DIKE

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî şerê li Idlibê wiha nivîsî: “Balafirên şer ên Rûsyayê êrişên xwe li bakur rojavayê Sûriyê ku çeteyên dewleta Tirk li nêzî sînorên Tirkiyê bicih bûne, zêde kirin. Hêzên hikumeta Şamê jî topbarana li dijî herêma bêçek dewam dike."

Çavkaniyekî taybet ji Şerq El-Ewsat re ragihand ku balafirên şer ên Rûsya 8 êrişên hewayî pêk anîn. Êriş li dijî baregeh û nuqteyên leşkerî yên girêdayî çeteyên Furqeya 23`an li herêma Selwa ya li nêzî sînorên Sûriye-Tirkiyê li bakurê Sûriyê pêk hatin. Di encamê de hin kes birîndar bûn. Balafirên şer ên Rûsyayê her wiha herêmên li nêzî kampên koçberan li herêma Qah a sînorî, hedef girtin. Hemwextî wê yekê tevgereke zêde ya balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê herêmê hebû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî got ku balafirên şer ên Rûsya li derdorê gundê Meşon ê çiyayê Zawiyê yê başûr Idlibê 4 êrişên hewayî pêk anîn. Lê di encamên de tu kes birîndar nebû. SOHR`ê destnîşan kir ku balafirên Rûsya di çend rojên dawîn de li dijî kargeha Şekir a li nêzî bajarê Cisir Şixûr, derdorê gundê Kefîr, rojavayê Idlibê, derdorê gundê Bare û Kensefra, derdorê baregeha leşkerî ya Tirkiyê ya li herêma Bare, rêzeêrişên hewayî pêk anîn. Lê agahiyên li ser kuştî û birîndaran nehatin bidestxistin.”

ÊRIŞA MIQDADIYÊ IRAQIYAN LI DIJÎ HÊZÊN SIYASÎ BI HÊRS DIKE

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa Iraqê wiha nivîsî: “Sêşemê çeteyên DAIŞ`ê li dijî kombûneke şêniyên gundê Reşad ê qezaya Miqdadiyê yê girêdayî parêzgeh Diyale ya bakurê Iraqê êrişek pêk anî. Di encamê de 15 kes hatin kuştin û 13 birîndar bûn.

Ev êriş di demekê de pêk hat ku rayedarên Iraqê bi aloziya siyasî ya piştî ragihandina encamên destpêkê ya hibijartinên parlamantoyê ve mijûl bûne, ku gelek hêz ji wan bi taybet ên alîgirên Îranê encaman red dikin û wekî “sexte” bi nav dikin.

Ji ber êrişê rewşeke hêrs û tevlîheviyê derket û çekdarên ji gundê Reşad êrişî gundê El-Îmam ê nêzî wan kir û li gorî daneyên destpêkê di encamê de 8 kes hatin kuştin.

Di mehên dawîn de êrişên DAIŞ`ê bi taybet li herêma di navbera parêzgehên Kerkûk û Selahedîn (li bakur) û parêzgeha Diyalel(li rojhilat) ku bi navê “sêgoşeya mirinê” tên ansîn, zêde bû.

Şîrovekar destnîşan dikin ku DAIŞ`ê aloziya siyasî ya vê dawiyê li Iraqê derketiye, bi kar tîne û li ser zêdebûna hêrsa gelê Iraqê li hemberî hêz û partiyên desthilatdar hişyarî dan.”

NEXŞERÊYA TÛNISÊ WÊ DEMEKE NÊZ WERE RAGIHANDIN

Di kar û barên Tûnisê de jî, rojnameya El-Nehar wiha nivîsî: “Piştî zêdetirî 3 mehan ji tedbîrên awarte yên di 25`ê Tîrmeha borî de hatine girtin, serokê Tûnisê Qeys Seîd ber bi ragihandina nexşerêyekê ji bo qonaxa pêş ve diçe.

Wezîrê Karên Derve yê Tûnisê Osman El-Cerendî duh got Seîd dê di demeke nêz de nexşerêya qonaxa pêş ragihîne.

El-Cerendî wiha dewam kir: “Gelek şêwir hene ku Seîd bi armanca diyarkirina qonaxa bê, pêk tîne.”

Têkildarî lîsteya Parlamantoya Ewropayê derxistiye jî, El-Cerendî got: “Em ê nîqaş bikin, lê me dît ku gelek aliyên di lîsteyê de li Tûnisê pêk nayên, bi taybet di mijara mafên jinan û mafên din de.”

(cx)