​​​​​​​Dayikên Aştiyê banga radestkirina cenazeyên şehîdan li partiyên kurdistanî kirin

Dayikên Aştiyê bang li partiyên kurdistanî kirin ku derbarê neradestkirina cenazeyê şehîd Tolhildan û Serdem ji bêdengiya xwe derkevin û piştrast kir ku ewê çalakiya xwe bidomînin heta ku armanca xwe pêk bînin.

​​​​​​​Dayikên Aştiyê banga radestkirina cenazeyên şehîdan li partiyên kurdistanî kirin
28 cotmeh, 2021   07:15
QAMIŞLO – ÎSAM ABDULLAH

Çalakiya konvedanê ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê li dergehê Sêmalka ji bo radestkirina cezayên şehîdan bi beşdarbûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye destpêkirin, didome.

Di bin konê çalakiyê de Dayikên Aştiyê ji ANHA`yê re axivîn. Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Hêvî El-Seyid wiha got: "Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ji bo radestkirina cenazeyên her du gerîlayên ku ji aliyê PDK`ê ve şehîd bûn radestî malbata wan were kirin, lidar xist. Yek ji rêhevalên şehîdan ku ji kemînê xilas bû detayên kemîna ku ji aliyê PDK`ê ve li herêma Xelîfan hatibû dayîn vegot û di encama wê de 5 gerîla şehîd bûn. Çalakiya me li derghê Sêmalka ji bo ku PDK`ê cenazeyê her du şehîdan radestî malbatên wan bike."

Hêvî El-Seyid destnîşan kir ku Dayikên Aştyê du caran berê xwe dan dergehê Pêşxabûr û bi xwe re nameyek birin û banga radestkirina cenazeyê şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî kir, lê PDK`ê xwesteka Dayikên Aştiyê re kir û nameya wan qebûl nekir.

Hêvî El-Seyid wiha domand: "PDK`ê Dayikên Aştiyê bi rêbazekî ne baş pêşwazî kir. Cara duyemîn dema dayikan berê xwe da dergehê Pêşxabûr tevî ku dayikan banga radestkirina cenazeyê her du şehîdan bi rêbazekî exlaqî kir bêyî ku tu gotinan ji wan re bêjin, lê li bi çekên xwe li hember dayikan sekinîn."

Hêvî El-Seyid di berdewamiya axaftina xwe ev tişt anî ziman: "PDK`ê ji Dayikên Aştiyê re got, zarokên we li wê deverê çi dikin? Yek ji Dayikên Aştiyê bersiva wî da û jê pirsî ku Leşkerên Roj li wir çi dikirin? Dayikên Aştiyê ji PDK`ê xwestin ku nameya wan qebûl bikin û radestî Başûrê Kurdistanê bikin, lê hêzên PDK`ê gotin ew ê bi rêya têkiliyên dergehê Sêmalka nameya wan werbigrin. Her wiha ji têkiliyan xwestin ku ewê nameya Dayikên Aştiyê qebûl bikin heger çalakiya kon vedanê bidawî bikin."

Hêvî El-Seyid wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dayikên Aştiyê û malbatên şehîdan şertên PDK`ê ku çalakiya konvedanê bidawî bikin red kir heta ku cenazeyê her du şehîdan werbigrin. Çalakiya konvedanê dê dewam bike heta ku em cenazeyê her du şehîdan werbigirin."

Dayika Wedîha Mele Îsa jî wiha axivî: "Xwesteka me ji Mesûdê Barzanî ye ku cenazeyê her du şehîdan radestî malbatên wan bike. Em ji Başûr û PDK`ê ji bilî radestkirina cenazeyê şehîdên me ti tiştî naxwazin."

Wedîha Mele Îsa destnîşan kir ku Dayikên Aştiyê du caran berê xwe dan pirê da ku bi berpirsên Pêşxabûrê re bicivin, lê hêzên PDK`ê bi çekan li hember dayikan sekinînin.

Wedîha diyar kir ku hêzên PDK`ê ji Dayikên Aştiyê re got, biçin û cenazeyên şehîdên xwe ji dewleta Tirk bixwazin. Wedîha bersiva endamê hêzên PDK`ê da û got:"Dewleta Tirk dijmine qaşo hun zarok û birayên me ne û dikarin peyama me bighînin aliyên peywendîdar."

Di dawiyê de dayika Wedîha piştrast kir ku çalakiya konvedanê dê dewam bike heta ku cenazeyê her du şehîdan radestî malbatên wan were kirin.

Dayika bi navê Necah Gulo jî di nava Dayikên Aştiyê de yên ku berê xwe dabûn pira Sêmalkayê, bêdengiya partiyên siyasî yên kurdistanî derbarê kiryarên PDK`ê, paşguhkirina Dayikên Aştiyê û çalakiya konvendê şermezar kir û wiha got: "Çima partiyên siyasî heta niha derbarê kiryarên derexlaqî yên PDK`ê bêdeng in."

Necah Gulo got, çalakiya konvedanê dê dewam bike heta ku xwestekên malbatên şehîdan bi cih were.

(bx)

ANHA