Fermandarê artêşa Sûdanê 6 balyozên Sûdanê ji peywirê xistin

Fermandarê Giştî yê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El-Burhan balyozên Sûdanê yên li DYA, YE, Qeter, Çîn, Fransa û serokê şandeya Sûdanê li Cinêvê ji peywirê xistin.

Fermandarê artêşa Sûdanê 6 balyozên Sûdanê ji peywirê xistin
28 cotmeh, 2021   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî televizyona fermî ya Sûdanê, Fermandarê Giştî yê arêtşa Sûdanê Ebdulfetah El-Burhan 6 balyoz ji peywirên wan xistin.

Li gorî biryara El-Burhan, balyozên Sûdanê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Yekitiya Ewropayê (YE), Çîn, Qeter, Fransa û serokê şandeya Sûdanê li Cinivê ji kar hatin dûrxistin.

El-Burhan roja duşemê meclisa serdestiyê û hikumet betal kiribû û rewşa awarte ragihandibû. Her wiha hemû sendika û yekitiyên pîşesaziyê betal kiribûn, ku li ser wê yekê li Sûdanê xwepêşandanan dest pê kir û ji derve gelek rexne hatin kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku DYA`yê sêşemê beşekî alîkariyên xwe ji bo Sûdanê rawestand.

(cx)