Çekên kîmyewî bi kar tîne, daristanan dişewitîne û diçe kongreya parastina avhewayê!

Dewleta Tirk a dagirker ji beriya zêdetirî 6 mehan ve bê navber êrişî Başûrê Kurdistanê dike, di êrişên xwe de çekên kîmyewî bi sedan caran bi kar anîn û bi hezaran darên hawîrdorê qut kirin. Lê tevî van hemû sûcên qijêjî jî dewleta Tirk di kongraya parastina avhewayê de bê şerm amade dibe.

Çekên kîmyewî bi kar tîne, daristanan dişewitîne û diçe kongreya parastina avhewayê!
28 cotmeh, 2021   06:26
MINBIC - NÎHAD KERHO

Peymana Parîsê ya ji bo parastina avhewayê sala 1995`an ket meriyetê. Piraniya dewletên cîhanê biryar da ku rêjeya oksîjenê di hewayê de û hawîrdorê ji gazên bizirar biparêzin û çareseriyan ji wan pirsgirêkan re bibînin. Her wiha ev peyman dewletên endam neçar kir ku tevgerên ku zirarê didin hawîrdorê, sînordar bikin.

Piştî erêkirina parlamentoya Tirk li ser peymanê, dewleta Tirk di destpêka vê mehê de bi awayekî fermî tev li peymana parastina avhewayê bû. Serokên 175 dewletan di nav de serokkomarê Tirkiyê sala 2016`an peyman îmze kir. Lê wê demê ji ber aloziya aborî ku Tirkiyê tê re derbas dibû parlamentoyê biryara tevlêbûnê erê nekiribû. Heke wê demê dewleta Tirk tev li lihevkirinê bûbûya, wê wek dewleteke pêşketî bihatiba hesibandin û dê sûd ji deynên banka navneteweyî negirtiba.

Armanca peymanê, avhewayê biparêze û 197 endamên wê neçar dike ku rêzê ji bendên girêdayî parastina avhewaya herêmê bigire û rêjeya germbûna gerdûnê sînordar bike û daxe heta 1.5 dereceyan.

Lê di vê serdema me ya nûjen de dewleta herî zêde ku zirarê dide hawîrdorê deweta Tirk e. Ne kevir ne jî mirov ne jî dar ji şerên wê yên li herêmê rizgar dibin. Di çend mehên dawî de dewleta Tirk 323 êrişên kîmyewî li dijî çiyayên Kurdistanê yên Başûrê Kurdistanê pêk anîn. Gelek daristan li Bakurê Kurdistanê şewitandin û nehişt ku şênî agiran vemirînin.

Avhewaya Sûriyê jî ji şerê dewleta Tirk nefilitî. Li gorî daneyên dawî yên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî di Cotmehê de zêdetirî 29 hezar û 650 dar qut kirin. Bi vê yekê dewleta Tirk dibe dijmina yekemîn a hewîrdorê, ji ber ku dar jêdera sereke ya oksîjenê ye ku ji avhewayê re pêwîst e.

Dê li paytexta Scotlandê Glasgowê di Mijdarê de gera 26`an a kongreya peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ya têkildarî guhertina avhewayê li dar keve.

Endama rêveber a Nivîsgeha Hişyariya li ser Hawîrdorê ya Minbicê û gundewarên wê Sewsen Muslim got: “Em şaş dimînin dema ku dewletên cîhanê, tevlêbûna Tirkiyê di peymana parastina avhewayê de qebûl dikin. Diviyabû endamtiya wê bihata redkirin. Ji ber ku li cîhanê dewleta ku zirarê dide hawîrdor û avhewayê dewleta Tirk e. Ev şerên wê yên ku bi dawî nabin, hewaya herêmê qirêjî dikin.”

Sewsen Muslim wiha berdewam kir: “Bikaranîna çekan ji aliyê dewleta Tirk ve, bi awayekî neyînî bandor li herêmê kir. Wê li herêmên dagirkirî gelek dar qut kirin bi taybet li Efrînê, di encamê de rêjeya gaza karbondîoksîdê zêde bû. Heta pitikan jî zirar ji van şeran dît, piraniya wan astengdar tên dinê.”

Ji ber ku dewleta Tirk ava çemê Firatê li ser herêmê qut kir, karesatek çêbû. Ji destpêka îsal ve asta ava çemê li Sûriyê û Iraqê gelekî kêm bûye. Ev yek bi awayekî neyînî bandorê li hawîrdora li rex çem dike. Bi deh hezaran hektar erdê li keviyên çem hişk bû.

(şx)

ANHA