Erasmo Palazzotto: Divê bikaranîna çekên kîmyewî bi destê dewleta Tirk, bê lêkolînkirin

Erasmo Palazzotto ku êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê anîn rojeva parlamentoya Îtalyayê, got "Divê hikumeta Îtalyayê pêşî li van êrişên dewleta Tirk bigire ku endameke NATO'yê ye."

Erasmo Palazzotto: Divê bikaranîna çekên kîmyewî bi destê dewleta Tirk, bê lêkolînkirin
27 cotmeh, 2021   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENIZ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ji 23'yê Nîsanê ve li dijî Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Artêşa Tirk li hember berxwedana gerîla ya di tunelên şer de nikare bi pêş ve biçe û bi gazên kîmyewî hewl dide berxwedanê bişikîne.

HPG'ê ragihandibû ku artêşa Tirk 323 êrişên bi çekên kîmyewî pêk anîne lê hejmara êrişan ji vê zêdetir e.

Parlamenterê Îtalyayê Erasmo Palazzotto li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Kurdan, pêşniyarnameyek pêşkêşî parlamentoya Îtalyayê kiribû.

Erasmo Palazzotto li ser bikaranîna gazên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve û sûcên şer ji ajansa me re axivî.

Erasmo Palazzotto diyar kir ku artêşa Tirk li dijî Kurdan gazên kîmyewî bi kar tîne û ji bo ku balê bikişînin ser vê yekê, ketine nava hewldanan û got: “Ji bo ku hikumeta me bersivê bide bikaranîna çekên kîmyewî bi destê dewleta Tirk li dijî Kurdan li Iraq û Sûriyê, me ev mijar xist rojeva parlamentoyê."

Palazzotto destnîşan kir ku Îtalya ku endameke NATO'yê ye, ji bo ku pêşî li bikaranîna çekên kîmyewî bi destê dewleta Tirk bigire, girîngiyê dide mijarê û wiha dewam kir: "Zexta hêzên navneteweyî dikare encaman li dijî dewleta Tirk bi xwe re bîne. Bi ya min heke zext çêbin, dewleta Tirk dikare dev ji bikaranîna çekên kîmyewî berde.”

Palazzotto îşaret bi êrişa dewleta Tirk a li dijî Başûr jî kir û bal kişand ser qetilkirina sivîlan û got: "Êrişa dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd tirsonekî  ye. Em spasiyên xwe pêşkêşî Kurdan dikin ku çeteyên DAIŞ'ê têk birin û dersa demokrasiyê li herêmê da. Kurdan nîşanî cîhanê da ku li dijî îslamîstên tundraw ên cîhanê, sîstemeke demokratîk dikare bê avakirin û çeteyên tundraw dikarin têk bibin. Tirsonekî ye ku hêzeke endama NATO'yê li dijî vê têkoşîna demokrasiyê êrişeke leşkeri bike."

Erasmo Palazzotto da xuyakirin ku divê hikumeta Îtalyayê bang li heyetên serbixwe bike ku bikaranîna çekên kîmyewî li cihê bûyerê bê lêkolînkirin û wiha dewam kir: "Divê îdiayên ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne, di cih de bên lêkolînkirin. Ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li Başûrê Kurdistanê û Sûriê, divê ji aliyê hêzên navneteweyî û saziyên mafên mirovan ve lêpirsîneke serbixwe were meşandin. Divê demildest vê bikin."  

Palazzotto bi bîr xist ku hikumeta Îtalyayê firotina çekên di pevçûnan de tên bikaranîn ên mafên mirovan binpê dikin, dikare ji welatên din re qedexe bike û wiha pê de çû: "Di şexsê Tirkiyê de ev qanûn gelek caran ji aliyê hikumeta Îtalyayê ve hatiye binpêkirin. Di vê çarçoveyê de divê hikumeta Îtalyayê berfirehtir bifikire. Me di vê pêşniyarnameyê de tenê ambargoya çekan neavî rojevê. Me diyar kir ku divê em rola Tirkiyê ku endameke NATO'yê ye, di bêîstîkrarkirina herêmê de, nîqaş bikin û li dijî vê yekê helwesteke çawa nîşan bidin."

Erasmo Palazzotto diyar kir ku rêya aştî û azadiyê dirêj e û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Gelê Kurd dê her tim ji bo vê rêya aştiyê ya dirêj û sext li ber xwe bide. Divê em di vê berxwedanê de bi wan re bin."  

ANHA