Luqman Ehmê: PDK`ê bi temamî xwe kiriye bin xizmeta dagirkeriyê

Hevserokê Partiya Kesek a Demokrat Luqman Ehmê diyar kir ku kiryarên PDK`ê li dijî gerîlayan, li gorî nirxên Kurd û Kurdistanê cihê şermezarkirinê ne û piştrast kir ku dîrok hevkarên dijminan efû nake.

Luqman Ehmê: PDK`ê bi temamî xwe kiriye bin xizmeta dagirkeriyê
28 cotmeh, 2021   03:13
 NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Çekdarên Partiya Demokrat a Kurditsanê (PDK) 25`ê vê mehê kemînek ji komeke gerîla re li derdora gundê Dêrişê yê herêma Amediyê danî û gule li wan reşand, di encamê de şerekî demkurt derket û heta niha agahiyên berfireh derbarê wî şerî de nehatine bidestxistin.

Ev ne cara yekemîn e ku çekdarên PDK-Iraqê kemînan ji gerîlayan re datînin. Di 28`ê Tebaxa derbasbûyî de li pêşiya komeke gerîla ku ji 7 şervanan pêk dihat, kemîn danî û di encamê de 5 gerîla şehîd bûn û şervanek birîndar bû ku çarenûsa wî ne diyar e. Her wiha gerîlayek din jî piştî 16 rojan xwe gihand nuqteyeke Hêzên Parastina Gel (HPG) û dateyan kemînê ji raya giştî re eşkere kir. HPG`ê ji 23`yê Nîsanê ve li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide.

Gelê Kurd û Kurdistanê hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û piştrast kir ku ev hevkarî xiyanet e û li dijî nirxên Kurdistan û mirovahiyê ye.

Luqman Ehmê destnîşan kir ku kiryarên PDK`ê, ji danîna kemînan bigire heta bigihêje pêkanîna êrişên li dijî gerîlayên li gorî qanûnan, nirxên Kurd û Kurdistanê û heta yên mirovahiyê nayên qebûl kirin û wiha dewam kir: "Niha PDK`ê kiryarê ku beriya çend hefteyan kiriye careke din dubare dike. Beriya niha jî PDK`ê êrişî gerîlayan kir ku di encamê de gelek gerîla şehîd bûn."

Derbarê helwesta gel Kurd a li hemberî êrişên PDK`ê yên li dijî gerîla Luqman Ehmê got: “Gelê kurd bi hêvî bû ku PDK`ê êrişên li dijî gerîlayan bisekinîne. Heta niha malbatên şehîdên kemîna PDK`ê li pêşiya dergehê Sêmalkayê çalakiya konvedanê li dar dixin, da ku cenazeyên ciwanên xwe werbigirin, lê mixabin heta daxwaza wan bê bersiv maye."

Her wiha Luqman Ehmê got hemû partî, rêxistin û tevgerên şoreşgerî yên ku ji bo azadiya gelê Kurd tê dikoşin, bang li PDK-Iraqê kirin ku siyaseta xwe û sûcên ku pêk tîne, di ber çavan re derbas bike û tev li nava refên gelê xwe yê têkoşer bibe. Luqman Ehmê wiha berdewam kir: "Beriya demekê partiyên kurd yên li Rojava daxuyaniyek da û tê de bang li PDK`ê kir ku dev ji siyaseta xwe berde, lê rayedarên PDK`ê tu girîngî nedan van daxwazan. Ev jî isbat dike ku xwe bi temamî xistiye xizmeta dewleta Tirk a dagirker, ev jî ji aliyê me û ji aliyê gelê Kurd ve nayê qebûl kirin."

DIVÊ HIN HÊZÊN KURD BI DEWLETA TIRK A DAGIRKER NEYÊ XAPANDIN

Luqman Ehmê ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Em niha di qonaxeke hesas û çarenûsî re derbas dibin. Êdî derfet çêbûye ku gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe. Lê hin hêz hevkariya dijmin dikin û planên wê pêk tînin. Ev jî cihê mixabiniyê û şermezarkirinê ye û dîrok wan qebûl nake.”

Luqman Ehmê îşaret bi sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan kir û wiha axaftina xwe domand: "Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî hewl dide kurdan qir bike. Ji 3 salan ve herêma Efrînê dagir dike. kes newêre bêje ez kurd im. Kes nikare behsa kurdiyatiya xwe îfade bike. Nikare fêrî zimanê xwe bibe. Ev bi xwe li dijî kurdan qirkirineke rastîn e."

Luqman Ehmê di berdewama gotinên xwe de da zanîn ku dewleta Tirk mîna ku di serdema borî de hinek pêkhate qir kirin, niha dxwaze kurdan tune bike. Ji ber wê Ehmê hêzên kurd hişyar kir ku bi dewleta Tirk neyên xapandin ku bi tunekirina hêzeke kurd re dê rê li pêşiya hêza din were vekirin.

PDK`Ê TEVAHIYA ÎNSIYATÎFÊN NETEWEYÎ TÊK BIR

Luqman Ehmê diyar kir ku hêzên kurdî û kurdistanî hêvî dikin ku PDK`ê li refa kurdî vegere û wiha pê de çû: "Li Rojava em hewl didin yekitiya xîtaba kurdî ava bikin û kongreyeke neteweyî li dar bixin. Êdî dem hatiye ku helwesteka cidî li hemberî dagirkeriya Tirk û pergalên dagirkerên Kurdistanê were nîşandan."

Luqman Ehmê di nirxandina xwe de diyar kir ku her tim hêzek li derveyî çarçoveya yekitiya nîştimanî dimîne mîna PDK`ê. Ehmê bi bîr xist ku hemû partiyên kurd ên li Kurdistanê însiyatîfên yekitiya kurd qebûl kirin tenê PDK`ê li dijî wê bû.

Luqman Ehmê ev pirs kir: "Gelo baregehên leşkerî û nivîsgehên istixbarata dewleta Tirk çi erkî li Başûrê Kurdistanê pêk tînin? Çawa destûrê didin ku dijminê gelê Kurd têkevin beşekî Kurdistanê bêyî ku serweriya wî beşî di ber çavan re derbas bike û şerê têkoşeran bike ku ji bo azadiya gelê Kurd û doza wî ya rewa tê dikoşin? Gelo dîrok dê wan bi çi biwesfîne?"

Luqman Ehmê ev li gotina xwe zêde kir: "Ez bawer im ku rayedarên PDK`ê dîrok xwendine û baş dizanin ku dîrok kesên rê li pêşiya dijmin vedikin, çawa wesif dike."

Luqman Ehmê xîtabî PDK-Iraq kir û got: "Ger tu xwe wekî partiyeke neteweyî ya kurdî dibînî, wê demê dest û lingên birayên xwe girê nede, herî kêm rê bide gerîlayan ku bi azadî tev bigerin wekî ku tu rê didî dewleta Tirk a dagirker."

Di dawiyê de hevserokê Partiya Kesk a Demokrat Luqman Ehmê têkildarî helwesta PDK`ê û bêdengiya wê ya li hemberî bikaranîna dewleta Tirk ji çekên kîmyewî li dijî gerîlayan û danîna kemînan, mixabiniya xwe anî ziman.

(eh)

ANHA