​​​​​​​​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-10-2021

​​​​​​​​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-10-2021
27 cotmeh, 2021   23:00

-Şêniyên Qamişlo, endamên şaredariyên gel ên ji bajar û bajarokên Qamişlo berê xwe didin konê çalakiyê ku bûye 24 roj in li dar ketiye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Zanîngeha Kobanê beşa yekemîn ji xwendekarên 4 salan xwendine û temam kiriye bi dawî kir, ji bo wê şahiyek li hola Firatê ya Kobanê ji xwendekaran re li dar xist. Saet 11:00’an  (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixin û banga qedexeya gera balafiran li ser herêmê dikin. Saet 12:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa kampa Waşûkanî daxuyaniyekê li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ku herêmên dagir kirine vegerandina cihên vejandina DAIŞ’ê dide. Saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Dayikên Aştiyê bang li Partiyên siyasî yên Kurdisatnê kir ji bêdengiya xwe ya li hember redkirina PDK’ê ya teslîmkirina cenazeyên şehîd Tolhildan û Serdem ji malbatên wan re derkevin û teqez kir ku ew ê çalakiya xwe heta pêkanîna peyama xwe berdewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Erasmo Palazzotto ku êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê anîn rojeva parlamentoya Îtalyayê, got "Divê hikumeta Îtalyayê pêşî li van êrişên dewleta Tirk bigire ku endameke NATO'yê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê piştgirî da hêzên ku Reqa û hinek beşên Iraqê ji DAIŞ'ê rizgar kirine û diyar kir ku kesên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên kîmyebaranakirin ew in ên ku Reqa ji DAIŞ'ê rizgar kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Nivîskar û rojnamevan Muhsên Ewadullah diyar kir ku êdî têkiliya di navbera DAIŞ, Nûsra û Erdogan de ji hemûyan re diyar bûye û dewleta Tirk cîhadî û komên tundrew ên ji hemû deverên cîhanê, hemêz dike. (BI WÊNE)

- Rêveberiyê Akademiyê şehîd Amkîhan Cûdî ya Kobanê, Silêman Silêman piştrast kir ku eger azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk naye û doza kurdî li Tirkiyê çareser nebe, dewleta Tirk dê bi şer û aloziyên mezin rû bi rû be. Her wiha diyar kir ku divê gelê Tirk zext li Erdogan bike da ku siyaseta xwe biguhere. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Qamişloyê got hikumeta Şamê bi bêdengiya xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, hevkariya êrişan dike. . (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dewleta Tirk a dagirker ji zêdetirî 6 mehan ve bê navber êrişî Başûrê Kurdistanê dike, di êrişên xwe de çekên kîmyewî bi sedan caran bi kar anî, bi hezaran darên hawîrdorê qut kirin. Lê tevî van hemû sûcên qijêj jî dewleta Tirk di lûtkeya parastina avhewayê de bê şerm amade dibe.(BI WÊNE)

DIYALOG

- lham Ehmed, anî ziman ku dema li dijî dagirkerî û êrişan parastina xwe dikin mafê tu kesî tine ye ku wan re bibejin hûn çima xwe diparêzin û got: “Heta ku ev kêr li se qirika me be pêwîstiya me bi çeke heye. Dema êriş çê bibe ev civak bi rengekî xwezayî dikeve nav berxwedanê.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Bertekên li dijî êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê zêde dibin. Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S’ê Gêlo Îsa ji raya giştî xwest ku bi ruhê berxwedana 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dakeve qadan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Îbrahîm El-Qeftan banga hevserokê Desteya Rêveber a KCK`ê Cemîl Bayik bi erênî nirxand ku hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser li hev werin. Her wiha piştrast kir ku heke lihevkirine di her duyan de çêbibe, ev lihevkirin dê bibe kilîta çareserkirina aloziya Sûriyê û bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser axa Sûriyê.(BI WÊNE)

KURDISTAN

- Hevserokê Partiya Kesek a Demokrat Luqman Ehmê diyar kir ku kiryarên PDK`ê li dijî gerîlayan, li gorî nirxên Kurd û Kurdistanê cihê şermezarkirinê ne û piştrast kir ku dîrok hevkarên dijminan efû nake. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê li herêma Mensora ya Reqayê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Kobanê û sûxên wê yên l idijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyekê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA