​​​​​​​El-Qeftan: Lihevkirina Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê dê dagirkeriyê têk bibe

Îbrahîm El-Qeftan banga hevserokê Desteya Rêveber a KCK`ê Cemîl Bayik bi erênî nirxand ku hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser li hev werin. Her wiha piştrast kir ku heke lihevkirine di her duyan de çêbibe, ev lihevkirin dê bibe kilîta çareserkirina aloziya Sûriyê û bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser axa Sûriyê.

​​​​​​​El-Qeftan: Lihevkirina Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê dê dagirkeriyê têk bibe
28 cotmeh, 2021   02:03
NAVENDA NÛÇEYAN-ZANA SEYDÎ

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan têkildarî bangewaziya Koma Civaka Kurdistanê (KCK) ku Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê li hev bikin ji ajansa me re axivî.

Hevserokê Desteya Rêveber a Koma Civaka Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik di hevpeyvînekê li gel rojnameya El-Nehar El-Erebî de ku roja sêşema borî hatiye weşandin got: “Çareseriya rast ew e ku Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê li hev bikin.”

BÊ DIYALOGA SÛRÎ-SÛRÎ ÇARESERÎ NE PÊKAN E

El-Qeftan derbarê hewldanên Rêveberiya Xweser de ku bighêje nêrîneke sûrî got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê me her tim xîtabî hemû aliyên Sûriyê kir çi hikumeta Şamê yan jî opozîsyonê. Çareserî beyî diyaloga sûrî-sûrî pêk nayê. Di vê çarçoveyê de 3 civîn li dar ketin. Gelek hewldan hebûn lê niyeta hikumeta Şamê tune bû ku diyalogê bi Rêveberiya Xweser re bike.”

Îbrahîm El-Qeftan wiha domand: “Divê hikumeta Şamê fêm bike ku çareserî tenê bi rêya diyalogê pêkan e. Divê pergaleke nenavendî hebe. El-Esed di xîtabeke xwe de got nenavendîbûn çareseriya bingehîn e. Lê em dibêjin heta nenavendîbûna ku hikumeta Şamê behsa wê dike têrê nake. Ji ber ku asoyên wê teng in.”

Îbrahîm El-Qeftan destnîşan kir ku Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser xwedî li xîtaba KCK`ê derdikevin. KCK`ê ji destpêkê ve banga destpêkirina diyalogê di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de kir û piştrast kir ku ew çareseriya herî guncew e.

GEL FÊM KIR KU JIYANA BI YEK RENGÎ Û YEK ZIMANÎ ÊDÎ NE PÊKAN E

Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku dewleta Tirk hemû aliyên kurd ên ku banga maf û azadiya xwe dikin, tawanbar dike ku têkiliyên wan bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re hene û wiha domand: “Li Sûriyê tiştek wisa nîn e. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hêzên sûrî ne û ciwanên hemû pêkhateyên wê tê de cih digirin. Dewleta Tirk Partiya Sûriya Pêşerojê jî bi vê yekê tawanbar kir, ku ew berdewama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ye. Lê ev ne rast e. Ev gelên ku banga azadiya xwe dikin fêm kirin ku ew di vê pêvajoyê de êdî nikarin bi yek rengî û bi yek zimanî bijîn. Divê pirrengî û pergaleke nenavendî ya demokratîk hebe.”

Têkildarî bangewaziya KCK`ê Îbrahîm El-Qeftan ev yek piştrast kir ku: “Ev bang diyar dike ku kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dixwazin lihevkirineke rastîn pêk were. Ew dixwazin li gorî rêgezekî demokratîk di welatê xwe de çi li Sûriyê yan jî li Tirkiyê yan jî li Îranê yan jî li Iraqê bijîn. Lê dewleta Tirk her tim bi zanabûn her tevgereke demokratîk bi terorê bi nav dike. Mîna ku bi PKK`ê re çêbûye. Kurd, Ereb, Suryan û Asûr ji berê ve li ser vê axê ne. Ji mafê wan e ku bi awayekî rast di vê dewletê de bi zimanê xwe biaxivin û xwedî mafên rewa bin. ”

NÊZÎKBÛN SÛRIYÊ BI HÊZ DIKE LÊ DEWLETA TIRK VÊ YEKÊ NAXWAZE

Girêdayî derfeta pêkhatina lihevkirinekê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de El-Qeftan got: “Heke diyalogeke cidî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hebe, hemû pêkhate di destûra heyî yan jî ya nû de mafên xwe misoger bikin ev hêzê dide hikumeta Şamê û gelê Sûriyê bi giştî û dê dagirkeriya Tirk ji Sûriyê derxe.”

Îbrahîm El-Qeftan daxuyand ku dewleta Tirk naxwaze ev yek pêk were û nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de çêbibe, da ku alozî berdewam bike ku sûd jê digire. Ji lew re her lihevkirinek dê dewleta Tirk ji Sûriyê derxîne.

HEVBEŞIYA DI NAVBERA EREB U KURD DE KEVN E

Li ser axaftina hevserokê KCK`ê ya derbarê têkiliyên navbera kurd û ereb de Îbrahîm El-Qeftan got: “Bê guman têkilî di navbera kurd û ereb de hene çi li Sûriyê yan jî Iraqê yan jî dewletên din. Ev têkilî kevn e. Ji destpêka serdema îslamê ye û digihêje şerê li dijî Fransayê û heta avakirina komara Sûriyê. Têkiliyek li ser bingeha nîştimanî û hemwelatîbûnê heye. Ev têkilî ne nû ye. Hemû dixwazin vê têkiliyê xera bikin. Ji bo wê bang li sloganên nijadperestî yan jî olî dikin di sêrî de dewleta Tirk.”

El-Qeftan wiha domand: “Em hemû komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Ermen û Kurdan û gelên din pêk anîne dizanin. Lê li beramberî wê hemû aliyên kurd û Ereb ên li Sûriyê têkilî û hevbeşiya li ser bingeha nîştimanî di navbera kurd, ereb, suryan û asûr de piştrast dikin.”

ÊDÎ PÊKHATEYA EREB BAŞ DIZANE KU JIYAN BÊ PÊKHATEYÊN DIN NE GENGAZ E

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan projeya biratiya gelan bi hêvî wesifand û got: “Ev proje hêviyê dide rûniştandina vê hevbeşiyê. Her yek rengê xwe yê rastîn nîşan dide. Ev yek dê roleke xurt di parastina gelan de bilîze û di çarçoveya pergaleke demokratîk a nenavendî de wan ji şer dûr bixe. Êdî pêkhateya Erebî baş dizane ku nikare bê pêkhateyên din bijî. Kî projeya Rêveberiya Xweser derxist pir ne girîng e ya girîng ew e ku xizmeta pêkhateyan û gelê Sûriyê dike. Em van fikrên ku fîlazof Abdullah Ocalan pêşkêş kirine pîroz dibînin. Gelek ereb xwedî li fikrê marksî yan jî kapîtalîst derdikevin. Niha ne şaş e em xwedî li vî fikrî derkevin. Ji ber ku em kesan pîroz nakin em tenê ramanan pîroz dikin.”

(şx)

ANHA