Şehîd Xalid Ferec li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hat oxirkirin

Şêniyên Hesekê û gundewarên wê şervanê QSD’ê şehîd Xalid Enter Ferec ku di dema li ser erkê xwe de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê spart axê.

Şehîd Xalid Ferec li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Xalid Ferec li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Xalid Ferec li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Xalid Ferec li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Xalid Ferec li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Xalid Ferec li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hat oxirkirin
27 cotmeh, 2021   15:38
HESEKÊ

Şêniyan cenazeyên şervanê QSD’ê Xalid Enter Ferec (Nemir) ji pêş Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û bi karwaneke girseyî ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ve ketin rê.

/ar/uploads/files/2021/10/27/151803_shyar-abd-alftah.webp

Li goristanê, merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û toraneke leşkerî ji hêla YPG û YPJ’ê ve dest pê kir. Dûvre li ser navê hêzên leşkerî yek ji fermandaran Şiyar Ebdulfetah axivî û wiha got: "Em bejna xwe li hember şehîdên xwe ditewînin, soz didin hevrê û malbatên şehîdan ku em ê li ser rêça wan bimeşin û heta serkeftinê em tê bikoşin."

/ar/uploads/files/2021/10/27/151834_mhmwd-djwar.webp

Li aliyekî din jî li ser nave Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Dijwar ev tişt got: "Şehîdên me yên leheng destanên qehremantiyê li hember dagirkeriyê û êrişên wê nivîsandin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê heta rizgarkirina xaka xwe rêça wan bişopînin û parastina destkeftiyan wan bikin."

/ar/uploads/files/2021/10/27/151818_abd-alkrym-slman.webp

Li ser navên rêveberiya herêma Hesekê jî Ebdulkerîm Selman wiha got: "Tevahî şehîdan di oxira parastina projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan de canê xwe da."

/ar/uploads/files/2021/10/27/151741_rwjda-ahmd.webp

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehîd Xalid Enter Ferec xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehdî di nava tilîlî û diruşmên silavkirina şehîdan de hate veşartin.

(fr)

ANHA