Qonaxa yekemîn a sererastkirina rêya Ebyed Ebeyd bi dawî bû

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku qonaxa yekemîn a projeya jinûve sererastkirina rêya Aştiyê"Ebyed Ebyed" ya di navbera herêmên Cizîr û Firatê de bi dawî kir. Ev rê damara zindî ya ku tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev ve girê dide.

Qonaxa yekemîn a sererastkirina rêya Ebyed Ebeyd bi dawî bû
27 cotmeh, 2021   15:20
HESEKÊ

Piştî çend mehan ji xebatê, Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya civîneke çapemeniyê ya li gundê Um Medfe yê başûrê rojavayê Hesekê ragihand ku qonaxa yekemîn a projeya jinûve sererastkirina rêya Aştiyê "Ebyed Ebyed" bi dawî kir. Ev rê herêmên Cizîr û Firatê digihîne hev.

/ar/uploads/files/2021/10/27/133910_jhad-hsn-.webp

Di civîna çapemeniyê de, Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmê û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Umer, saziya çavdêriyê, şîrketên peyman bi Rêveberiya Xweser re li ser jinûve sererastkirina rê îmze kirine, amade bûn.

Cîhad Umer wiha got: "Li ser navê Desteya Rêveberiyên Herêmê û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê em radigihînin ku qonaxa yekemîn a rêya Aştiyê bi dawî bû. Ev rê herêmên Cizîrê û Firatê, tevahî rêveber û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê digihîne heve."

Umer wiha domand: "Piştî dewleta Tirk a dagirker herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, Rêya M4 li ser şêniyan bû xeteriyek û rawestî. Me dît ku vekirina vê rêyê li şûna rêya M4 altarnetîfek e."

Umer eşkere kir ku merheleya sererastkirina rê bi dawî bû û wiha pê de çû: "Rê bi kedên Desteya Rêveberiyên Herêmê û Jîngehê bi dawî bû û proje di demeke guncaw de pêk hat."

Umer da zanîn ku sererastkirina rêya Aştiyê ji bo desteyê ji bo sala 2021’an serkeftineke mezin e û wiha anî ziman: "Pişt vê merheleyê dê du merheleyên din jî pêk werin û dê rê bi tevahî xizmetguzariyan were amadekirin."

Umer diyar kir ku dê li ser rê alavên çavdêriyê hebin ku barên di erebeyan de werin kontrolkirin û dê erebeyên pîvanên wê zêde bin werin muhasebekirin. Ji ber erebeyên mezin û barên giran ên di erebeyan de dibin sedema xerabbûna rêyan.

Umer bal kişand ser ku Desteya Rêveberiyên Herêmê û Jîngehê bi destekdayîna yekser a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê parzûna madeya bitumen û taybetmendiyên global ji bo xizmetkirina rêyan ava kir.

Cîhad Umer soz da şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dê di 2022’yan de tevahî rêyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi madeya bitumen a nû qîr bikin. Ji ber ku di salên borî de tune bû û bû sedem ku qîrkirina rêyan ne baş be.

Têkildarî vê yekê, Cîhad Umer ev tişt got: "Bi kedên herêmê û bi destên endazyar û aqilmendên herêmê me ev made dabîn kir. Tevî ku hemû dergehên bi ser herêmê ve girtî ne, çi ji hêla hikumeta Şamê ve çi jî ji hêla dagirkeriya Tirk û aliyên din ve be. Em di mijara xizmetguzariyên binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dikevin qonaxeke nû, ew jî mijara qîrkirina rêyan e."

/ar/uploads/files/2021/10/27/133747_ahmd-akrm-aly-.webp

Li aliyekî din jî endazyar û çavdêrê li ser êya Aştiyê Ehmed Ekrem Elî wiha got: "Dirêjahiya rêya ku hatiye sererastkirin û ya ku herêmên Cizîr û Firatê digihîne hev 154 kîlo metre ye, kêmberiya wê 12 heta 14 metreyan e."

Elî di dawiyê de eşkere kir ku çîna yekemîn ji qîrkirinê bi dawî bû û dê çînên jî bi destpêkirina havîna bê re werin çêkirin.

(fr)

ANHA