Partî û Saziyên Kurd ên li Ewropayê têkildarî çekên kimyewî bang li OPCW'ê kir

Partî û Saziyên Kurd ên li Ewropa têkildarî êrişên bi çekên kimyewî yên dewleta Tirk ên li ser gerîla bang li Ofîsa Karên Bêçekirinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîteya Rêveber a Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kirin.

Partî û Saziyên Kurd ên li Ewropayê têkildarî çekên kimyewî bang li OPCW'ê kir
27 cotmeh, 2021   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN 

Partî û Saziyên Kurd ên li Ewropayê têkildarî êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê bi daxuyaniyeke niviskî bang li Ofîsa Karên Bêçekirinê ya Neteweyên Yekbûyî(NY) û Komîteya Rêveber a Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kirin ku bi erka xwe rabin û bilez bikevin nav tevger û hewldanan.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku ji Nîsanê û wir ve didomin hate bibîrxistin û hate gotin: ''Ji Nîsana 2021’ê û vir ve, di nava sînorên Iraqê de li qada jêrdestê Rêveberiya Herêma Kurdistanê, em bênavber destdirêjayiyên leşkerî yên dewleta Tirka dibînin. Ev tevger ku ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve mîna dagirkeriyê dikare were dîtin, ev tevger binpêkirina gelek mafan bi xwe re diafirîne.''

Bi berdewamî hate diyarkirin ku dewleta Tirk di êrişan de çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne û hate gotin: "Di nava van binpêkirinan de, di serî de bikaranîna çekên qedexekirî tên. Ji ber ku van herêman him qadên şerin, him ji lêgerînên şandeyên sivîl û bêalî re girtîne, têra xwe agahî nikare were standin.

Ji ber ku herêmên şer ji çavderiyên serbixwe re ne vekirîne, ev jî dibin delîlê pirsgrêkê. Di bin van şerd û mercan de, ji bo agahî bigihê raya giştî, bi tenê dikare ji aliyê hêzên gerilayên ku di bin raseriya çekên qedexekirî û kîmyawî de dijîn û yên nêzî wan ve were.

Li gorî agahiyên teze, ji despêka şer ve; ji 23`yê Nîsanê heta 23`yê Cotmehê di nava 6 mehan de- herî kêm 323 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di nava van rojan de, bi êrişên çekên kîmyewî ve 38 gerila jiyana xwe ji dest dane.''

Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hate gotin:

''Di 3'yê Îlona 2021'an de, li herêma Girê Sor, di encama êrişa çekên kîmyewî de 6 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane, 3 gerîlayan jî li gel ku zerar dîtinin jî rizgar bûne. Her 3 gerîlayên ku rizgar bûne, li ser bêhn, tam û bandora van gazên hatina bi karanîn agahiyên şênber dane. Her wiha li ser gerîlayên ku jiyana xwe ji dest danin jî tiştên bi çavên xwe dîtinin agahî dane. Van daneyên şînber, herî kêm ji bo ev mijar bi kûrayî were lêkolînkirin me têr agahdar dike.

Her wiha qasî agahiyên hatine standin, ji ber ku însanên li Herêma Behdînana ku bûye herêma şer dimîn jî, di bin bandora van çekên kîmyewî de mane û rakirine nexweşxaneyên cuda. Gelê herêmê, ji ber ku di bin metirsiyê de dijîn, newêrin agahiya bidin.

Berpirsiyarên Rêzdar!

Mirov dikare ji biryarên saziyên dadgeriyên navneteweyî jî agahiyên ku zordarî û qirkeriya dewleta Tirka yê li ser gelê Kurd û bi giştî sivîlan dide birêveberin bibîne. Her wiha gelek agahiyên misoger ên li ser çekên qedexekirî çawa hatine bikaranîn, ji aliyê saziyên Ewrupayî ve jî hatine lêkolînkirin û hatine pêşkêşkirin. Bi taybetî di van pênc salên dawî de, li dijî gelê Kurd, şerê tunekirinê, her cûre êrişên qirêj ên paqijkirina etnîkî çawa tên birêvebirin em dibînin.

Êdî gelê Kurd, baş dizane ku çawa bûye armanca dewleta Tirk  û çawa çekên kîmyewî bi kar  tîne, çawa hiqûq û pîvanan nas nake. Lê ya balkêş ev e ku hêzên navdewletî, saziyên wan, hin aliyên xwe serbixwe didin nîşandan, li dijî van êrişên derveyî hiqûq û mirovahiyê, weke dîwar bêdeng dimînin!

Em zanin ku diviya OPCW saziya li ser mijara bikaranîna çekên kimyewî herî lezgîn û çalak tevbigeriya. Di nava bêdengiya navneteweyî de, ya herî zêde bandorê li ser me dike hilwesta we ye. Ma asayî nîne ku li ser mijara bi karanîna çekên kîmyewî, gelê Kurd, weke saziya herî erkdar hêviyê ji we bike? Ma sedema hebûna we, nêpêşîgirtina bikaranîna çekên qedexekiri ye? Ê baş e, li gel ewqas agahî û metirsiyan gelo çima hûn tevnagerin?

Em ji we hêvî dikin ku hûn ji bo gelê Kurd daxwuyaniyek cidî bidin. Gelê me, li ser mijara êrişên van çekên kîmyewî ji we, bendewarê helwestek zelal û tevgerê ye. Her ku hûn bêdeng bimînin, hizir dike ku hûn jî van êrişan erê dikin.

Em partî û saziyên Kurdistanî yên ku li Ewrupayê dijîn ên îmzeyên me li jêr in, metirsiyên gelê xwe parve dikin, ji we ve bendewarê daxwuyanikê ne. Ya herî giring jî, ji bo pêşîgirtina êrişên kîmyewî ku erkê we yê bingehîn e, em dixwazin hûn bi lez bikevin nava livbaziyê!

Rêxistinên Partî û Saziyên Kurdistanî yên li Ewrupa ku îmzeya wan li ser daxuyaniyê heye:

YNK (Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê)

Tevgera GORAN

KCDK-E (Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê) 

TJK-E (Tevgera Jinên Kurdistanê-Ewropa)

Partiya ŞÛÎ Kurdistan Başûr

Kongra Star (Rêxistina Jinê ya li Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê) Ewropa

Partiya Zahmetkêşan - Başûr

PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan)

Tevgera Azadî

PYD (Partiya Yekîtiya Demokrat)

P.D.K.S  (Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî)

Partiya Çep a Kurd li Sûrî.

Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûrî

PÇDKS ( Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê ( El Partî)

Partiya Çep a Demokrat li  Sûriyeyê

Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriyeyê

Partiya Kesk a Kurdistanî li Sûriyeyê

Partiya Demokrat a Kurdistanî li Sûriyeyê.

Partiya Komanist a Kurdistanî li Sûriyeyê.

PÎK (Partiya Îslamiya Kurdistan)

KKP ( Partiya Komunîst a Kurdistanê)

Tevgera Kawa

PJAK(Partiya Jiyana Azada Kurdistan)

Yakitiya Şoreşgerên Kurdistanê

KODAR (Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan)

KJAR (Civaka Jinên Rojhelatî Kurdistan)

Platforma Horam

Plattform Zagros

Plattform Yarsan

Yarî Kurd

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyeyê

Tevçand (Tevgera Çand û Hunera Kurd)

Kurdische Gemeinde Stuttgart e.

FEDA ( Federesyona Elewiyan a Kurdistanê)

NAV – YEK (Federasyona Komelên Êzidiya)

Kurdische Zentrum Berlin

CÎK ( Civaka Islamiya Kurdistan)

Enstituta Kurdî – Almanaya

Enstituta Kurdî – Bruksel

MŞD ( Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat)

YMK ( Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê)

YES (Yekitiya Êzdiyên Sûrî)

Kurdisch Gemeinde Brandenburg - Berlîn  

Dachverband der Êzidischen Frauenräte

DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V  Dresden

Kongreya Gel a Mezopotamyayê

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê

Kurdistan human rights Association