​​​​​​​Dozgerê Meclisa Dozgeriyê ya Iraqê banga derxistina PKK`ê ji lîsteya terorê kir

Dozgerekî karbes ê Meclisa Dozgeriyê ya Iraqê banga derxistina PKK`ê ji lîsteya terorê kir û piştrast kir mayîna PKK`ê di lîsteya terorê de tê wateya binpêkirina qanûnên navneteweyî.

​​​​​​​Dozgerê Meclisa Dozgeriyê ya Iraqê banga derxistina PKK`ê ji lîsteya terorê kir
27 cotmeh, 2021   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Dozgerê karbes ê Meclisa Dozgeriyê ya Bilind a Iraqê Zuhêr Ebod daxuyaniyek bi deng da.

Di daxuyaniya dozger de ev hate gotin: "Azadî, ewlehî û jiyan ji mafên her kesî ne, lê dema tundî û hêz ji aliyekî ve were pêkanîn, van mafan bin pê dike û aliyê din jî neçar dimîne ku heman şêwazî bi kar bîne, ev jî di çarçoveya parastina mafên jiyanê de pêk tê.

Cudabûn di navbera teror û daxwaza mafan de  heye, mafê çarenûsê ne karekî terorîst e û di encamê de mayîna PKK`ê ya di lîsteya terorê de, qanûnên navneteweyî bin pê dike."

Zuhêr Ebod endamê Yekitiya Wêjevan û Nivîskarên Iraqê, endamê Yekitiya Nivîskaran li Siwêdê, endamê Sandîqaya Rojnamevanan a Başûrê Kurdistanê û endamê Sekretariya Meclisa Aştî û Hevgirtinê ya Iraqê ye.

25 berhemên Zuhêr Kazim Ebod hene û tê de gelekî behsa ola êzidî û doza Kurd dike.

(eh)

ANHA