Bi hezaran şêniyên Efrînê şehîd Şoreş Andok oxir kir

Bi hezaran şêniyên Efrînê şervanê HRE’ê Şoreş Endok li goristana ‎şehîdên Berxwedana Serdemê li navçeya Ehrasê ya kantona Şehbayê veşartin.‎

Bi hezaran şêniyên Efrînê şehîd Şoreş Andok oxir kir
Bi hezaran şêniyên Efrînê şehîd Şoreş Andok oxir kir
Bi hezaran şêniyên Efrînê şehîd Şoreş Andok oxir kir
Bi hezaran şêniyên Efrînê şehîd Şoreş Andok oxir kir
Bi hezaran şêniyên Efrînê şehîd Şoreş Andok oxir kir
Bi hezaran şêniyên Efrînê şehîd Şoreş Andok oxir kir
Bi hezaran şêniyên Efrînê şehîd Şoreş Andok oxir kir
Bi hezaran şêniyên Efrînê şehîd Şoreş Andok oxir kir
Bi hezaran şêniyên Efrînê şehîd Şoreş Andok oxir kir
27 cotmeh, 2021   13:22
ŞEHBA

Şêniyên Efrînê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Şoreş Andok ku di 25’ê vê Cotmehê de di encama qezayekê de şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Avrînê ya li navçeya Fafînê wergirt. ‎

Girseya şêniyan bi karwaneke ji dehan erebeyan ber bi goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya Şehbayê ve ketin rê.

Dema ku şênî gihaştin goristanê, cenazeyê şehîd rakirin û diruşmên silavkirina şehîdan berz kirin. ‎

/ar/uploads/files/2021/10/27/121849_fwzy-mstfa.webp

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre yek ji rêveberên Meclisa Malbatên ‎Şehîdan a herêma Efrînê Fewzî Mistefa sersaxî ji malbata şehîd Şorş Andok û tevahiya gelê ‎herêma Efrînê re xwest.‎

Mistefa bal kişand ser fedekariya şehîdên ku destkeftiyên şoreşê parastine û êrişên ‎dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê û ‎bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla û got: "Piştî ku dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê têk çû û nikarî berxwedana gerîlayan têk bibira, li pêş çavên aliyên ku îdiaya mirovahî û parastina ‎mafên mirovan dikin, çekên kîmyewî li dijî gerîlayan bi kar anî û di encamê de gelek gerîla şehîd dibin."

Mistefa wiha gotina xwe berdewam kir: "Li gel hemû planên qirkirina hebûna gelê Kurd, em PDK’ê di piştgiriya xwe de ji dagirkeriya Tirk re berdewam dike û agahiyan li ser tevgerên gerîla dide ku êrişî nuqteyên wan bikin.  Di encama tevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re 5 gerîlayên HPG’ê di 28’ê Tebaxa borî de li Xelîfanê şehîd bûbûn. Her wiha tevî çalakiya konvedanê ya şêniyan li dergehê Sêmalka ji zêdetirî 20 rojan ve, lê heta niha PDK’ê cenazeyên şehîd Serdem û Tolhildan radestî malbatên wan nekiriye."‎

Mistefa di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku heta rizgarkirina Efrînê û hemû herêmên ‎dagirkirî ew ê li ser şopa şehîd Şoreş bimeşin. ‎

Piştî axaftin bi dawî bû, endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Izdîhar Silêman wesîqeya ‎şehadeta şehîd Şorş xwend.

Şêniyên kantona Efrînê bi diruşmên silavkirina Berxwedana ‎Serdemê şehîd Şoreş Andok oxir kirin.        ‎

‏(dx)

ANHA