Şênî û rûspiyên Holê banga girtina qada hewayî li balafirên Tirkiyê kir

Şênî û rûspiyên eşîrên navçeya Holê ya girêdayî kantona Hesekê bang li welatên garantor kir ku qada hewayî li pêşiya balafirên Tirkiyê bigrin.

Şênî û rûspiyên Holê banga girtina qada hewayî li balafirên Tirkiyê kir
Şênî û rûspiyên Holê banga girtina qada hewayî li balafirên Tirkiyê kir
Şênî û rûspiyên Holê banga girtina qada hewayî li balafirên Tirkiyê kir
Şênî û rûspiyên Holê banga girtina qada hewayî li balafirên Tirkiyê kir
Şênî û rûspiyên Holê banga girtina qada hewayî li balafirên Tirkiyê kir
Şênî û rûspiyên Holê banga girtina qada hewayî li balafirên Tirkiyê kir
Şênî û rûspiyên Holê banga girtina qada hewayî li balafirên Tirkiyê kir
27 cotmeh, 2021   12:38
HESEKÊ

Şêniyên navçeya Holê ya rojhilatê bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwepêşandanekê bi diruşmeya "Na ji êrişên dagirkerya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re",  banga girtina qada hewayî li pişiya balafirên Tirkiyê kirin.

Di 20-23’ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov du caran bajarê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de 2 sivîl û 3 şervanên QSD`ê şehîd bûn.

Xwepêşandan ji navenda Komîteya Perwerdeyê ya navçeya Holê dest pê kir. 

Xwepêşandan li aliyê bakur ê bajar veguhirî mitîngê. Piştre li ser navê eşîra navçeyê, saziyên sivîl û partiyên siyasî axaftin hatin kirin.

Li ser navê rûspiyên êşîrên Holê, yek ji rûspiyên eşîra El-Xewatna Mehmûd El-Xelef gef û sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê red kir. Her wiha tekezî li ser berdewamiya berxwedanê li dijî daxwazên mitîngeriya Tirkiyê kir.

Rûspiyên navçeyê rola Hêzên Sûriya Demokratîk di têkbirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî axa Sûriyê erênî nirxand. Her wiha bang li civaka navnteweyî kirin ku bi rêya girtina qada hewayî li balafirên Tirkan piştgiriya QSD’ê bikin da ku sûcên dagirkeriya Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojihlatê Sûriyê rawestîne.

Her wiha yek ji rêveberên Kongreya Star Newroz Ehmed jî bang li welatên ku di kirîza Sûriyê de rola garantorê dilîzin kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û sûcên dagirkeriya Tirk yên ku hîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, rawestînin.

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a navçeya Holê Meysa El-Ehmed jî destnîşan kir ku tişta ku dagirkeriya Tirk dike ji ber têkçûna AKP'ê di hundirê Tirkiyê de ye û dixwaze kirîna xwe ya hundirîn derxe derve.

Mitîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedanê û girtina qedexeya hewayî li pêşiya balafirên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

)dx)

ANHA