1’emîn kongreya damezrîner a Yekitiya Hunermendên Reqayê hat lidarxistin

Rêxistinên Civata Sivîl li bajarê Reqayê bi dirûşmeya "Huner rêya afirandin û şaristaniyê ye" 1’emîn kongreya damezrîner a Yekitiya Hunermendên Reqayê li dar xist.

1’emîn kongreya damezrîner a Yekitiya Hunermendên Reqayê hat lidarxistin
27 cotmeh, 2021   13:41
REQA

Armanca yekitiyê ew e çand û hunerê zindî bike û li bajarê Reqayê xebata hunerî bi rêxistin bike. Di yekitiyê de gelek rewşenbîr û hunermendên bajêr û gundewarên wê hene.

Gelek saziyên sivîl û siyasî tev li kongreyê bûn û bername bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre cîgira Hevserokatiya Meclisa Sûriya Pêşerojê ya Reqayê Zelîxe Ebdî axivî û got: "Huner nûnertiya hemû aliyên jiyanê dike û di hemû qadên civakê de xwedî girîngî ye, ji lew re em nikarin bêyî hunerê behsa jiyanê bikin."

Zelîxe Ebdî ev li gotina xwe zêde kir: "Sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûiryê û hedefgirtina sivîlan berdewam dike, çi bi bi rêya balafiran be yan jî topbaran û gefên dagirkirina herêmên din be. Geşedanên siyasî yên ku herêmên me pê re rû bi rû dimînin, bandor li tevahiya qatên civakê dikin, mixabin Sûriyê di qonaxên germ re derbas dibe û bûye qada rageşiyên navneteweyî. Ji van dewletan Rûsya, Amerîka, Îran, Tirkiye û Îsraîl ku hemû di nav hev de bi nakok in da li herêmê bibin xwedî hebûn. Di encamê de yê ku zirarê dibîne gelê Sûriyê ye."

Zelîxe Ebdî bi domdarî got: "Projeya Rêveberiya Xweser tekane rêya çareserkirina aloziya Sûriyê û xelasiya gelê Sûriyê ji şer û qetilkirinê ye, lê hikumeta Şamê hîn israra berbijêrka leşkerî dike."

Bi navê Rêxistinên Civaka Sivîl endamê rêxistinê Ebdurehman Ehmed axivî û bixêrhatina beşdaran kir, her wiha îşaret bi rola hunermendan li bajarê Reqayê û gundewarên wê kir û wiha pê de çû: "Bajarê Reqayê çavkaniya çand û hunerê bû, di heman demê de beriya aloziya Sûriyê roleke mezin di hunera şanoyê de lîst. Mînaka wê jî koma Şanoyê ya Reqayê beriya niha gelek destkeftî pêk anîn."

Ebdurehman Ehmed anî ziman ku bi lidarxistina vê kongreyê re ew hêviya serkeftinê dike û hêvî kir ku hunermendên Reqayê hunera Reqayê zindî bikin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, endamê komîteya amdekar Beşîr Ehmed rêzikname xwend û beşdaran nîqaşa li ser wê kir û hin bend hatin guhartin.

Di dawiyê de hunermendên beşdarî kongreyê bûbûn, meclisa Rêveberiya Yekitiya Hunermendên Reqayê hilbijart, li ser vê yekê 5 endam ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin.

(eh)

ANHA