Xwepêşandana li Sêmalka di roja 23`yan de ye

Dayikên şehîdan ên ji Tirbespiyê û Dayikên Aştiyê îro berê xwe da dergehê Sêmalka yê sînorî û beşdarî çalakiya konvedanê bûn. Jinan di roja 23`yemîn a çalakiyê de dîsa banga radestkirina cenazeyên şehîd Tolhildan û Serdem hat kirin.

Xwepêşandana li Sêmalka di roja 23`yan de ye
27 cotmeh, 2021   11:51
 QAMIŞLO

Şêniyên herêma Cizîrê xwepêşandana li nêzî dergehê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji 5`ê Cotmehê ve dewam dikin. Xwepêşandan li dijî îxaneta PDK`ê û ji bo radestkirina cenazeyên şehîdên di kemîna Xelîfanê de şehîd bûne, tê lidarxistin.

Dayikên şehîdan ên ji navçeya Tirbespiyê û Dayikên Aştiyê îro berê xwe da dergehê Sêmalka da ku beşdarî çalakiya konvedanê bibin û banga radestkirina cenazeyên gerîlayên HPG`ê şehîd Tolhildan Raman û Serdem Cûdî bikin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), di 28-29`ê Tebaxê de hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) komeke gerîla ya ji 7 şervanan li herêma Xelîfanê hedef girt û kemîn jê re danî, di encamê de 5 gerîla şehîd bûn û gerîlayek bi birîndarî dîl hat girtin, gerîlayek jî bi saxî xwe gihand hevalên xwe.

Sibê xwepêşandan bi beşdariya şêniyên Qamişlo û endamên Şaredariyên Gel ên girêdayî kantona Qamişlo dewam dike.

(cx)

ANHA