Şêniyên Minbicê li dijî êriş û gefên dewleta Tirk daketin qadan

Şêniyên bajarê Minbicê bi xwepêşandanekê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Şêniyên Minbicê li dijî êriş û gefên dewleta Tirk daketin qadan
27 cotmeh, 2021   11:40
MINBIC

Xwepêşandan bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl ên Minbicê, partiyên siyasî û saziyên jinan ji Çerxerêya El-Mîzan dest pê kir.

Xwepêşandêran pankartên "Em êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin" hildan û dirûşmên şermezarkirina sûcên dagirkeriya Tirk berz kirin.

Li Çerxerêya El-Meseb meş veguhirî mîtîngê. Hevserokê Meclisa Rêvebir a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo axivî û got: "Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me ne nû ne, lê di nava vê mehê de dewleta Tirk êrişên xwe zêde kirine û ev êriş bi salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê re hatin."

Mihemed Xêr Şêxo di berdewama axaftina xwe de got: "Ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk  DAIŞ derbasî herêmê kiriye û bi têkçûna DAIŞ'ê re dewleta Tirk hişê xwe winda kir. Lewma her kêliyekê em dibînin herêmê bi awayekî ketober bombebaran dike."

Endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê Leyla Elêwî jî got: "Dewleta Tirk ji bo têkbirina berxwedan û têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû rê û rêbazan bi kar tîne, herî dawî jî hedefgirtina sivîlên bajarê Kobanê bi rêya balafiran bû."

Leyla Elêwî di dawiya axaftina xwe de got: "Dagirkeriya Tirk bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk sûcên xwe bi hemû rêbazên li dijî mirovahiyê û exlaqê, li dijî gel û pêkhateyên herêmê pêk tîne."

(dx)

ANHA