​​​​​​​Şêniyên Til Birakê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Şêniyên Til Birakê ya Qamişloyê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilate Sûriye şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kir ku firîna balafiran li ser herêmê qedexe bike.

​​​​​​​Şêniyên Til Birakê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Til Birakê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Til Birakê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Til Birakê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Til Birakê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Til Birakê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
27 cotmeh, 2021   10:13
QAMIŞLO

Xwepêşandan ji pêşiya Çerxerêya El-Firin dest pê kir. Xwepêşandêran siloganên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û êrişên wê berz kirin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Waid Elêwî axivî û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilate Sûriye û hedefgirtina sivîlan şermezar kirin. Waid Elêwî têkildarî helwesta rêxistinên hiqûqî û hêzên navneteweyî ya li hember êrişên dewleta Tirk got: "Kanî dewlet û hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî yên ku banga parastina mafên mirovan dikin? Çima sûcên dewleta Tirk nabînin?"

Her wiha bi navê Kongreya Star a navçeya Til Birakê Meysa Hisên jî axivî û piştrast kir ku pêkhateyên herêmê bê deng namînin û dê li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin.

Meysa Hisên da zanîn ku divê civaka navnetewyî erka xwe bi cih bîne û li herêmê firîna balafiran qedexe bike da ku rê li pêşiya bombebarana dewleta Tirk a li ser sivîlan bigire.

)dm(

ANHA