Hêzên PDK’ê li Şêladizê welatiyek qetil kir

Hêzên PDK’ê li geliyê Balinde yê Şêladizê welatiyê bi navê Wezîr Tayîb Rêkanî û hevalekî wî gulebaran kirin. Di encamê de Wezîr Tayîb jiyana xwe ji dest da.

Hêzên PDK’ê li Şêladizê welatiyek qetil kir
27 cotmeh, 2021   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hêzên PDK’ê şevê din li geliyê Balinde yê ser bi Şêladizê ve welatiyekî ku tê îdiakirin pêşmerge ye, gulebaran kir.

Çavkaniyên herêmî ji Rojnewsê re ragihand ku şevê din hêzên PDK’ê welatiyekî ji eşîra Rêkanî yê bi navê Wezîr Tayîb Rêkanî û kesekî din gulebaran kirine. Di encama gulebaranê de Wezîr Tayîb jiyana xwe ji dest da û agahî ji hevalê wî tune ye.

Hesabê Facebookê yê bi navê ‘Encûmena Ciwanên Şêladizê’ jî agahiyên berdest bi daxuyaniyeke nivîskî piştrast kir. Di daxuyaniya ciwanan de tê gotin ku asayîşa PDK’ê 2 kesên ji Şêladizê li geliyê Balinde gulebaran kirine û Wezîr Tayîb jiyana xwe ji dest daye.

Encûmena Ciwanan li dijî kiryarên PDK’ê yên dijî gelê herêmê banga xwepêşdanê li welatiyên herêmê kir û got: “Em van êrişan qebûl nakin, şermezar dikin. Divê bê zanîn dê ev êrişên asayîşa PDK’ê bê bersiv nemînin.”

Heya niha ev agahî ji aliyê malbata Wezîr Tayîb Rêkanî ve nehatiye piştrastkirin.