Di êrişa duyemîn a li Diyala ya Iraqê de 7 kes hatin kuştin

Çavkaniyên ewlehiyê ragihand ku di encama êrişeke kesên nenas a li dijî gundê Nehir El-Îmam yê nêzî cihê êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya duh li parêzgeha Diyala ya Iraqê de 7 kes hatine kuştin.

Di êrişa duyemîn a li Diyala ya Iraqê de 7 kes hatin kuştin
27 cotmeh, 2021   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ewlehiyê ji El-Sûmeriya News re ragihand ku kesên nenas ku tê texmînkirin ji malbatên qurbaniyên duh in, êrişî gundê Nehir El-Îmam kir û di encamê de 7 kes hatin kuştin û hin mal jî hatin şewitandin.

Çeteyên DAIŞ'ê duh êrişî gundê El-Reşad ê Diyalayê kiribû û di encamê de 11 kes hatibûn kuştin.

(dm)