Di nav de jinek, çeteyên dewleta Tirk 11 sivîlên Efrînê revandin

Çeteyên bi navê "Polîsên Leşkerî" tevî çeteyên “Sultan Mihemed Fatih”, di nav de jinek 11 welatiyên ji navçeyên Bilbilê û Raco yên Efrîna dagirkirî, revandin.

Di nav de jinek, çeteyên dewleta Tirk 11 sivîlên Efrînê revandin
26 cotmeh, 2021   11:27
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk 11 welatî û di nav de jinek ji navçeyên Bilbilê û Raco yên Efrînê revandine.

Çavkanî diyar kir ku çeteyan hejmareke sivîlên gundê Mamilo yê girêdayî navçeya Racoyê revandin, ji wan navên van kesan hatin zanîn: Reşîd Reşîd Zêbar (65), Ehmed Mihemed Xelîl Zêbar (45), Selah Ehmed Îbrahîm (38), Sebrî Mihemed Faris (35), Ismet Hesen Eloko (35), Hisên Mihemed Îbrahîm (67) û Qaziqlî Emîn Faris (45).

Çeteyan her wiha ji gundê Qestela Xidiriya ya navçeya Bilbilê welatiya bi navê Leyla Mihemed (46) revand.

Çavkanî destnîşan kir ku li gundê Mamilo nêzî 90 kes hene ku çeteyên dewleta Tirk li wan digerin da ku wan bi tewanên bêbingeh birevînin.

(bx)

ANHA