Balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk dîsa li ser Kobanê digerin

Balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker li asîmanê bajarê Kobanê û rojhilatê bajêr digere.

Balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk dîsa li ser Kobanê digerin
26 cotmeh, 2021   10:51
KOBANÊ

Nûçegihanê me ragihand ku di van kêliyan de balafireke keşfê li ser bajarê Kobanê û rojhilatê bajêr digere.

Nêzî hefteyekê ye li asîmanê bajarê Kobanê tevgera balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker heye.

Di 20 û 23`ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên keşfê yên bi çek du êriş pêk anîn, di encamê de 2 sivîl û 3 şervanên QSD`ê şehîd bûn.

(cx)

ANHA