Li Sûdanê 7 kes hatin kuştin û 140 birîndar bûn

Di encama xwepêşandanên li dijî serweriya artêşê li ser hikumeta Sûdanê de 7 kes hatin kuştin û 140 jî birîndar bûn.

Li Sûdanê 7 kes hatin kuştin û 140 birîndar bûn
26 cotmeh, 2021   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Reutersê ku agahiyên xwe spartin berpirsê wezareta tenduristiyê ya Sûdanê ragihand ku di xwepêşandanan de 7 kes hatin kuştin û 140 jî birîndar bûn.

Komîteya navendî ya bijîşkên Sûdanê di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku di rasthatina derbeyê de, bijîşk ji hemû nexweşxaneyên Sûdanê ji bilî beşa awarte û rewşên giran, derketine.

Wezaretê di daxuyaniyê de got hêzên çekdar girtin ser avahiya banka xwînê û rê neda karmendan ku erka xwe pêk bînin.

(bx)