​​​​​​​Dayikên şehîdan ji PDK'ê re: Dev ji xiyanetê berde

Dayikên şehîdan ên kantona Kobanê bang li PDK`ê kir ku cenazeyên gerîlayên di kemîna hêzên we de şehîd bûne radestî malbatên wan bike û dev ji xiyanetê berde.

​​​​​​​Dayikên şehîdan ji PDK'ê re: Dev ji xiyanetê berde
26 cotmeh, 2021   03:18
KOBANÊ-SELWA EBDUREHMAN

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê, PDK`ê di 28-29`ê Tebaxê de li herêma Xelîfanê bi kemînekê 7 gerîla hedef girtin. Di kemînê de 5 gerîla şehîd bûn, yek dîl hate girtin û yê din xwe xilas kir û piştî 16 rojan vegeriya nuqteya xwe.

Têkildarî mijarê gelek dayikên şehîdan ên Kobanê bertekên xwe nîşan dan. Dayika şehîd Ehmed Sînor, Narîman Ehmed got, divê PDK`ê daxwazên malbatên şehîdan ên ku ji beriya 15 rojan ve li pêşiya dergeha Sêmalkayê di nav çalakiyan de ne, bi cih bîne.

Narîman Ehmed diyar kir ku kiryarên PDK`ê yên li dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê derexlaqî û derqanûnî ne, her wiha xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê dikin û zirarê digihînin doza Kurd.

Narîman Ehmed bi domdarî got: "Tenê dewleta Tirk sûdê ji xiyaneta PDK`ê werdigire, lê divê gelê Kurd li dijî dijminan yekitiya xwe ava bike û rê nede wan ku bi destên xayinan xwestekên xwe pêk bînin."

Narîman Ehmed di dawiyê de banga radestkirina cenazeyên gerîlayan ji malbatên wan re kir.

Dayika şehîd Kemal Kobanê, Zehîde Ehmed jî got, dewleta Tirk dijmina gelê Kurd e û PDK'ê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li herêmê bi kar tîne.

Zehîde Ehmed banga radestkirina cenazeyên gerîlayan ji malbatên wan re kir û got, divê PDK`ê ji rêya xiyanetê vegere.

Malbatên Şehîdan ev sê hefte ne ku li pêşiya deriyê Sêmalkayê çalakiyên konvedanê li dar xistine û banga radestkirina cenazeyên gerîlayên ku bi destên PDK`ê şehîd ketine, dikin.

(eh)

ANHA