ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-10-2021
25 cotmeh, 2021   23:00

-Şêniyên bajarê Kobanê bi meşekê bomebebarana dewleta Tirk a  li ser bajar şeremzar dikin, meş li qada Jina Azad dest pê dike. Bi heman armancê li navçeyên Dêrik, Amûdê û Til Temirê meşê tên li darxistin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê serdana çalakiya li deriyê Sêmalka dikin û daxuyaniyekê li wir didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê sersaxiyê ji malbatên şehîd Hêvîdar Tirbespiyê û Feysel Osê re dixwazin, konê sersaxiyê li ber mala şehîd Hêvîdar tê vedan, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Qamişlo şervanê YPG'ê Hozan Qamişlo li goristana Şehîd Delîl Sorûxan oxir dikin, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kurdiyar Dirêî nerazîbûn nîşanî PDK'ê da ku cenazeyên gerîlayên şehîd radestî malbatên wan nake û got: "Divê partî û tevgerên Kurd berê çeka xwe bidin dijmin.''(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên Heleb û Tirbespiyê gefên dewleta Tirk a dagirker û êrişên li ser bajarê Kobanê şermezar kirin û got, divê hikumeta Şamê û Komkara Erebî li hemberî van êrişan bi erka xwe rabe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Komîteya Ol a girêdayî Kongreya Îslamî ya Til Temirê Seqir Xelîl êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî cihên pîroz û perestgehan şermezar kirin û da zanîn ku dagirker îslamê weke perde ji bo armanc û planên xwe yên li herêmê bi kar tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Du sal di ser kuştina sereteyê DAIŞ'ê Ebû Bekir El-Bexdadî re derbas bûn û zêdetirî du salan di ser binkeftina DAIŞ'ê li Sûriyê û Iraqê re derbas bûn.  Tevî vê yekê çalakiyên DAIŞ'ê hîna bi dawî nebûne û li herêmên Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin zêde dibin. Ji bo bidawîkirina tevgera DAIŞ'ê çareserî çi ye? (BI WÊNE).

- Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Umer da zanîn ku gava parlamentoya Katalonyayê destpêkek e û texmîn kir ku mîna vê gavê di demên pêş de ji hêla parlamentoyên din jî werin avêtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rojnamevan Alî Ergîn Demîrhan diyar kir ku gefên dawîn ên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî statuya gelê Kurd in û got desthilata AKP’ê êdî nikare siyaseteke nû bimeşîne. (BI WÊNE).

KURISTAN

- Hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê û endamê Mala Êzidiyan got, PDK'ê dixwaze senaryoyên bi êş ên li dijî êzidiyên Şengalê pêk hatine, dûbare bike û diyar kir ku civaka êzidî bi tu awayan destwerdana PDK'ê qebûl nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Dayikên şehîdan ên kantona Kobanê bang li PDK`ê kir ku cenazeyên gerîlayên di kemîna hêzên we de şehîd bûne radestî malbatên wan bike û dev ji xiyanetê berde. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA