Hêzên PDK’ê careke din êrişî gerîlayan kir

Hate ragihandin ku hêzên taybet ên PDK’ê li derdorî Gundê Dêreşê yê navçeya Amêdiyê kemîn danî ber gerîla û gule li ser wan reşand.

Hêzên PDK’ê careke din êrişî gerîlayan kir
25 cotmeh, 2021   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ANF'yê ku agahiyên ji çavkaniyên xwecihî wergirtine, hêzên taybet ên PDK’ê li derdorî gundê Dêreşê yê Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê kemîn danî ber gerîla û gule reşandin.

Hate ragihandin ku li ser gule reşandinê şerek dem kurt qewimî ye.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku hêzên PDK’ê 26’ê Tîrmehê li Herêma Xelîfanê gerîla xistine kemînê 3 gerîla şehîd bûne û herî dawî jî li heman herêmê 28-29’ê Tebaxê komek gerîlayan a ji 7 kesî pêk tê, bi heman rengî dixin kemînê 5 gerîla şehîd dibin, aqûbeta gerîlayek nediyare û gerîlayek jî bi saxî rizgar dibe.