‛Divê hikumeta Şamê û Yekitiya Ereban li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin’

Welatiyên Heleb û Tirbespiyê gefên dewleta Tirk a dagirker û êrişên li ser bajarê Kobanê şermezar kirin û got, divê hikumeta Şamê û Yekitiya Ereban li hemberî van êrişan bi erka xwe rabe.

‛Divê hikumeta Şamê û Yekitiya Ereban li hember êrişên dagirkeriya Tirk bisekinin’
25 cotmeh, 2021   23:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker û bomebebarana wê ya li ser bajarê Kobanê bertekên xwe nîşan dan. Li ser vê yekê şêniyên taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê û ciwanên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê ev êriş û gef şermezar kirin.

Welatiyê bi navê Fethî Mihemed ê ji taxa Şêxmeqsûd got: "Divê gelê herêmê kêmekî li dîrokê vegere heta ku rastiya Tirkiyê nas bike, çawa bûye dewlet, li ser hesabê kê û çawa welatên Ereban 400 salî dagir kirine."

Mihemed da zanîn ku Tirkiye dewleteke dijminane û hov e, dîrok û kiryarên wê çi li Sûriyê be yan jî dewletên din be isbata vê yek dike û got, li hemberî dagirkeriyê vîna gelan wê bi ser bikeve.

Fethî Mihemed bang li gelê herêmê kir ku hevgirtina xwe ava bikin û xaka xwe ji dagirkeriya Tirk û êrişên wê biparêze.

ꞌEM Ê GEFÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER QEBÛL NEKINꞌ

Li aliyekî din welatiya bi navê Nebîhe Henan nerazîbûn nîşanî gefên dewleta Tirk a dagirker da û wiha got: "Em ê gefên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên me û dagirkirina xaka me qebûl nekin, em gelê Sûriyê li hember êrişan bisekinin da ku parastina herêmên xwe ji dagirkeriyê bikin."

ꞌDIVÊ HIKUMETA ŞAMÊ LI HEMBERÎ GEFÊN TIRKIYÊ HELWESTEKÊ NÎŞAN BIDEꞌ

Welatiyê bi navê Dilovan Hemo diyar kir ku dewletên kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn, gel qetil dikin û wiha dewam kir: "Me dît ku çi li Efrînê qewimî, ji komkujiyan bigire û heta bi qetilkirin, dizî û tecawizkirina jinan, lê li hemberî van sûcan tu kesî daxuyanî neda û helwestek jî nîşan neda. Îro jî Tirkiye careke din gefa dagirkirina xaka Sûriyê xwar. Li ser vê yekê divê hikumeta Şamê parastina serwerî û erda xwe bike û li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker xwedî helwest be."

TIRBESPIYÊ

Ciwanê bi navê Read El-Seran ê ji navçeya Tirbespiyê diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide tolê ji bajarê Kobanê hilîne û got: "Kobanê sembola berxwedan, hevgirtina gelan û destpêka binketina çeteyên DAIŞ`ê ye, ji lew re Tirkiyê Kobanê bombebaran dike."

Read El-Şeran îşaret pê kir ku divê hikumeta Şamê û Yekitiya Ereban bi erka parastina serweriya Sûriyê rabin û tavilê destwerdanê bikin û dagirkeriya Osmanî ya nû ya bi serkêşiya Erdogan li herêmê bi dawî bikin.

Ciwanê bi navê Umer El-Hebîb wiha got: "Tu heqê Tirkiye tune ye ku xaka Sûriyê dagir bike, ew dewleteke dagirker e û divê Yekitiya Ereban wê ji ser binpêkirina serweriya dewleteke din vegerîne, her wiha divê hikumeta Şamê berpirsyariya xwe ya li hemberî serweriya Sûriyê bi cih bîne."

ꞌDEWLETA TIRK HEWL DIDE YEKITIYA PÊKHATEYAN TÊK BIBE'

Ciwana bi navê Înas El-Hisên îşaret pê kir ku yekitiya Kurd û Ereban destkeftiyên mezin qezenc kirin, di heman demê de parastina yekitiya Sûriyê jî kir û got, dewleta Tirk a dagirker hewldana derbekirina vê yekitiyê û dagirkirina xaka Sûriyê dike.

ꞌTIRKIYE SÛDÊ JI BÊDENGIYA EREBÎ Û NAVNETEWEYÎ DIGIRE'

Ebdurehman Telal El-Hewar li ser destewerdana dewleta Tirk got: "Em ciwan destwerdanên Tirkiyê şermezar dikin, Kurd û Ereban bi yekdestî li hemberî her hewldaneke dagirkirna xaka Sûriyê disekinin."

Telal El-Hewar destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker sûdê ji bêdengiya navneteweyî û erebî digire da ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike.

(eh)

ANHA