Kongreya Star a Şamê êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê şermezar kirin

Kongreya Star li paytexta Sûriyê Şamê êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kobanê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku bi Kobanê re wefedar be ku ji bo rizgarkirina cîhanê ji xeteriya DAIŞ’ê fedekarî da.

Kongreya Star a Şamê êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê şermezar kirin
25 cotmeh, 2021   19:21
ŞAM

Endmên Kongreya Star daxuyaniyek li taxa Zorava ya li paytexta Sûriyê Şamê da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi navê Kongreya Star a Şamê em sûcên hikumeta Tirkiyê yên li dijî gelê me yê li Kobanê bi rêya hedefgirtina bi firokeyên bêpîlot li pêş çavên dewletên cîhanê şermezar dikin. Tevî ku çirûska têkbirina terora DAIŞ’ê ku xeterî li ser cîhanê tevahî çêdikir li Kobanê pê ket û rûxmî ku dewleta Tirk bi awayekî eşkere piştevaniya DAIŞ’ê dikir. Îsbata vê yekê jî dema rêxistina DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çû, dewleta Tirk a dagirker yekser Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin ku tola têkçûna DAIŞ’ê hilîne.

Îro jî, dem bi dem dewleta Tirk sivîlan bi firokeyên bêpîlot armanc dike û tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî bin pê dike. Em Kongreya Star bang li tevahî dewlet, rêxistinên mafên mirovan, rêxistina hiqûqî, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî Yekbûyî (NY) dikin ku sînorekî ji dewleta Tirk re deynin. Ji ber bêdengiya we, we dike xana şirîkatiya sûcan bi dewleta Tirk re. Em sûrî bi giştî bi deh salan azaran krîza Sûriyê bi sedema sûcên dewleta Tirk û piştevniya wê ji terorê re kişandiye.

Em bang li tevahî rûmetxwazên cîhanê dikin ku piştevaniya şêniyên me yên Kobanê û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, ji ber wan herêman terora DAIŞ’ê têk bir, da ku tevahî dewletên cîhanê ji xeteriya DAIŞ’ê biparêze."

(fr)

ANHA