Ebdulkerîm Omer: Naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê Katalonyayê ve pêngaveke dîrokî ye

Ebdulkerîm Omer naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Katalonyayê ve bi pêngaveke dîrokî binav kir û got, dibe ku di demên pêş de gavên wisa ji hêla parlamentoyên din ve jî werin avêtin.

Ebdulkerîm Omer: Naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê Katalonyayê ve pêngaveke dîrokî ye
26 cotmeh, 2021   05:23
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer diyar kir ku naskirina Rêveberiya Xweser weke hebûneke siyasî ji hêla parlamentoya Katalonyayê ve pîroz û bi nirx dît û wiha got: "Ez texmîn dikim, têkiliya vê biryarê bi rola kurdan û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hember terorê heye. Ji ber ku terorê gef li herêmê û civaka navneteweyî bi giştî dixwar."

Parlamentoya Katalonyayê di 20’ê vê Cotmehê de anku roja salvegera 4’emîn a rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek statûyeke siyasî nas kir, ev biryar û naskirina bi awayekî fermî ya yekemîn e.

Ebdulkerîm Omer destnîşan kir ku gelek xal hebûn ku hişt parlamentoya Katalonyayê biryara naskirina Rêveberiya Xweser wek statûyeke siyasî bide û ev tişt got: "Sûriyê ji salan ve di nav nakokî û şerê mezhebî de ye, me jî karî Rêveberiya Xweser ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ava bikira. Ew jî piştî lihevkirina li ser hevpeymana civakî ku xwestekên tevahî pêhateyên bersivand, rêveberî hat avakirin."

Her wiha Omer wiha domand:"Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya yekene li Rojhilata Navîn e ku tê de 3 zimanên fermî; kurdî, erebî û suryanî hene. Ji wê zêdetir jinan di nava Rêveberiya Xweser de ji aliyê leşkerî û sekna li hember terorê roleke mezin lîst û parastina herêmê û rêvebirina wê kir. Her wiha xaleke din jî ew e ku rêveberî tevahî pêkhateyên olî wek êzidî û xiristiyanî parastin. Me di hevpeymana civakî de cudahiyeke erênî da pêkhateya suryanî, ji ber ku pêkhateya resen e."

Omer ev tişt got: "Ez texmîn dikim ev hemû xalên erênî yên Rêveberiya Xweser hişt ku parlamentoya Katalonyayê wê wekî statûyeke siyasî nas bike. Parlamentoya Katalonyayê bang li sazî û çalakiyên sivîka sivîl ên katalonî kir ku têkiliyên xwe bi Rêveberiya Xweser re pêş bixin."

‛EM DI WARÊ DÎPLOMATÎK DE GIRANIYÊ DIDIN PÊŞXISTINA TÊKILIYÊN BI CIVAKAN RE’

Li ser pêşwazkirina civaka katalonî ji biryara parlamentoyê re Omer wiha anî ziman: "Em Rêveberiya Xweser bi pêşxistina têkiliyên bi civakan re xwe dispêrên dîplomasiyê. Ji ber ku ew komên nedewletî ne. Dewlet danûstandinê li ser bingeha berjewendî û li ser hesabê civakên nedewletî pêk tînin."

Omer eşkere kir ku Rêveberiya Xweser di dîplomasiyê de giraniyê dide têkiliyên bi saziyên civaka navneteweyî, çalakiyên civakî, sandîka, çapemenî, nivîskar û akademisyen re û wiha got: "Beriya biryara naskirinê dengvedaneke erênî di nava tevahî civakan de hebû, ji nav wan jî civaka katalonî ye."

Ebdulkerîm Omer îşaret pê kir ku dîplomasiya ku Rêveberiya Xweser dimeşîne bandoreke mezin li civakên cîhanê dike û wiha pê de çû: "Dema serokê Amerîka yê berê Trump bi rêya telefonê hişt AKP’ê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, me dît raya giştî ya Amerîka û civaka Amerîka li hundir û derve ev biryar red kir û fişareke mezin çêkir ku Trump ji biryara xwe vegere."

Omer da xuyankirin ku tecrûbeyek din jî ew e ku di dema berxwedana Kobanê û ragihandina Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê de civakên cîhanê daketin qadan û piştevaniya xwe bi berxwdana Kobanê re nîşan da.

Ebdulkerîm Omer peyama spasiyê ji serokê parlamento û parlamentoya Katalonya, her wiha partiyên ku destek dane biryara naskirina Rêveberiya Xweser û gelê Katalonyayê re şand û got: "Ev biryara dîrokî dê bandoreke erênî li pêşxistina têkiliyan di navbera Rêveberiya Xweser û gelê Katalonyayê de bike."

Omer diyar kir ku dê Rêveberiya Xweser têkiliyên xwe bi gelê Katalonyayê re xurt bike. Ev biryar çoşê dide wê û dihêle têkiliyên xwe bi gelên dîtir yên hevalbend û dostên Rêveberiya Xweser û pêkhateyên herêmê re jî bi pêş bixe.

Ebdulkerîm Omer eşkere kir ku gava ku parlamentoya Katalonyayê avêtiye destpêkek e û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em derbasî qonaxeke nû bûn. Dibe ku hin naskirinên din ji hêla parlamentoyên dîtir ve jî hebin, mîna parlamentoya Basque ya di Spanyayê de ku xwe bi xwe bi rê ve dibe."

(fr)

ANHA