Şehîd Îbrahîm Hemûd li Hesekê hat oxirkirin

Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Îbrahîm Ehmed Hemûd li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê spart axê.

Şehîd Îbrahîm Hemûd li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Îbrahîm Hemûd li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Îbrahîm Hemûd li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Îbrahîm Hemûd li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Îbrahîm Hemûd li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Îbrahîm Hemûd li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Îbrahîm Hemûd li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Îbrahîm Hemûd li Hesekê hat oxirkirin
Şehîd Îbrahîm Hemûd li Hesekê hat oxirkirin
25 cotmeh, 2021   16:23
HESEKÊ

Şêniyên Hesekê û gundewarên cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Îbrahîm Ehmed Hemûd ku li ser erka xwe şehîd bûbû, ji pêş Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û bi karawaneke ji dehan erebeyan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ve ketin rê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî ji hêla YPG û YPJ’ê ve dest pê kir, dûvre yek ji fermandarên YPG’ê Ebdulhemîd El-Sayir axivî û wiha got: "Şehîdan ji me re rêya fedekariyê nexşe kir, da ku neteweya demokratîk û biratiya gelan bijî."

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ezîze Ebdurehman wiha got: "Em bejna xwe li hember şehîdên leheng ku di oxira parastina xakê de canê xwe daye ditewînin û ser seraxiyê ji malbatên wan re dixwazin."

Li ser navê rêveberiya herêma Hesekê Remedan Fetah da zanîn ku ew ê rêya şehîdan heta pêkanîna ewlehî û aramiyê li tevahî herêman bişopînin.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de hate veşartin.

(fr)

ANHA