​​​​​​​Dayika şehîd Hêvîdar: Divê PDK’ê di qetilkirina kurdan de nebe hevkarê dewleta Tirk

Dayika gerîla Hêvîdar Tirbespiyê, Xerme Elî di merasîma ragihandina şehadeta keça xwe de got: "Me kezebên xwe ji bo rizgarkirina Kurdistanê dane, divê PDK’ê di qetilkirina kurdan de nebe hevkarê dewleta Tirk."

​​​​​​​Dayika şehîd Hêvîdar: Divê PDK’ê di qetilkirina kurdan de nebe hevkarê dewleta Tirk
25 cotmeh, 2021   15:47
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên dagirkirin û qirkirinê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Di van êrişan de çekên kîmyewî bi kar tîne. Hêzên PDK'ê di van êrişên de dibe hevkarê dewleta Tirk.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê duh nasnameya 4 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî li Warxelê şehîd bûbûn ragihandin. Di nav de jî gerîla Ala Xidir Xelef (Hevîdar Tirbespiyê) heye.

/ar/uploads/files/2021/10/25/151659_dsc_0230.webp

Dayika şehîd Hêvîdar Tirbespiyê, Xerme Elî mêvanên xwe bi stran û tilîlî pêşwaz kir û wiha got: " Min tişt herî buha ji bo xaka Kurdistanê û rizgarkirina wê da. Ez îro serbilind ku bûme dayika şehîd."

Xerme Elî da zanîn ku hêzên gerîla ji bo tevahî parçeyên Kurdistanê li ber xwe dide, ev hêz sembola rizgarkirina Kurdan e û bang li PDK’ê kir ku tevkariya bi dagirkeriya Tirk re di qetilkirina keç û xortên gelê Kurd berde.

Dayika şehîd Hêvîdar got: "Em di oxira aştî û pêkanîna xwestekên gelê Kurdistanê de zarokên xwe didin, lê PDK’ê bi dagirkeriya Tirk li dijî gelê Kurd tevkar e. Berovajî wê diviyabû piştevaniya têkoşerên Kurd bikira."

Her wiha dayika şehîd Hêvîdar bang li tevahî gelê Kurd kir ku hevgirtî bin, nakokiyên xwe bi dawî bikin û bi hev re li hember dagirkeriya Tirk bisekinin.

Hêvîdar Tirbespiyê di 2013’yan de tev li refên gerîla bû û di 10’ê vê Cotmehê de li Warxelê tevî hevrêyên xwe di encamê topbarana bi çekên kîmyewî ji hêla dagirkeriya Tirk ve şehîd bû.

(fr)

ANHA