'Armanca gefên Erdogan astengkirina statuya Kurdan e'

Rojnamevan Alî Ergîn Demîrhan diyar kir ku gefên dawîn ên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî statuya gelê Kurd in û got desthilata AKP’ê êdî nikare siyaseteke nû bimeşîne.

'Armanca gefên Erdogan astengkirina statuya Kurdan e'
26 cotmeh, 2021   04:29
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENIZ

Serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan piştî serdana Amerîka û Rûsyayê careke din gefa êrişan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar. Wezîrê karên derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu û wezîrê parastinê Hulusî Akar jî piştî civîna Desteya Wezîran a hefteya borî, daxuyaniyên bi heman rengî dan.

Desthilata AKP-MHP'ê ku di polîtîkaya hundir û derve de zor û zehmetiyên mezin dikişnw, dîsa berê xwe da destkeftiyên gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

'GEFÊN ERDOGAN LI DIJÎ STATUYA KURDAN IN'

Rojnamevan Alî Ergîn Demîrhan gefên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şîrove kirin û got gefên Erdogan ên dagirkirina herêmên gelên Kurd û Ereb, ji bo ku Kurd nebin xwedî statu reflekseke kevn e.

Alî Ergîn Demîrhan got hikumeta AKP'ê piştî hewldana derbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an bi polîtîkayên xwe yên şer hewl da siyaseta navxweyî li gorî xwe dîzayn bike û wiha axivî: Hikumeta AKP'ê vê rewşê wek firsendekê bi kar tîne da ku di siyaseta navxweyî de veguherîne avantajekê û bi vê gef û pêla êrişkariyê beriya her hilbijartinê hewl dide atmosfereke şovenîst çeke û sûdê ji Rewşa Awarte wergire û zextên xwe zêde dike."

Alî Ergîn Demîrhan da xuyakirin ku Erdogan beriya hilbijartinan ku dizane tê de bi ser nakeve, êrişên nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê xistin rojevê û got: "Gelek şîrovekar û gel dibijên ku ev yek dibe hewldaneke operasyonê ya ji bo berjewendiyên Erdogan. Bê guman pêwîstiya Erdogan bi êrişeke wiha heye. Bi taybetî heke hilbijartin di dema xwe de çêbin, her kes dibîne ku ev hikumet di nava şert û mercên asayî de hilbijartinê qezenc neke. Ji bo vê jî dixwaze rewşeke netewperest a ku dikare bi Rewşa Awarte re berevajî bike, zextê li muxalefetê bike û bi taybetî jî li ser tevgera Kurd zextê bike û beşên şovenîst, rastgir ên di nav muxalefetê de gur bike.”

'ÊDÎ NIKARE HER TIŞTÊ DIXWAZE BIDE QEBÛLKIRIN'

Demîrhan diyar kir ku Erdogan êdî nikare her tiştê dixwaze, bide qebûlkirin, lewma hewl dide careke din bibêje 'Ez heme' û wiha pê de çû: "Bê guman her operasyon û êriş nikare heman encamê bi dest bixe. Nakokiyên civakî yên li nava Tirkiyê êdî tund bûne û gihaştine astekê ku bi şovenîzmê nayên nixumandin. Wekî din, ev gefa êrişê ji ber kodên genetîk ên Komara Tirkiyê têne xwarin ku hedê Erdogan derbas dike. Her wiha dibe ku hewldanek hebe ku pêşî li bidestxistina statuyê ya Kurdan bigire. Fikra berê ya Erdogan a “pêşîgirtina li avakirina korîdoreke terorê ya li başûrê Tirkiyê” gotineke siyasetê bû ku armanc dikir hevalbendên Erdogan di nav dewletê de hevgirtî bihêle. Hewldanên ji bo çareserkirina heman hewcedariyê dibe ku careke din derkevin holê. Ji ber ku tevgera Kurd her tim bi Şam û Moskovê re di nava têkiliyê de ye, ji bo statuya xwe bi dest bixe di nava diyalogê de ye. Erdogan hewl dide dijminên desthilatê yên di nava dewletê de an jî fraksiyonên kontra di bin desthilata xwe de bihêle."

Alî Ergîn Demîrhan diyar kir ev gef divê li gorî hevsengiyên Tirkiye û Rojhilata Navîn tevî dosyaya Idlibê werin nirxandin û wiha dewam kir: "Beriya niha jî gefên bi heman rengî çêbûn, Erdogan artêşa Tirk xist nava operasyonên li ser sînor û bi alîkariya cîhadîstan operasyonên Mertalê Firatê û Şaxê Zeytûnê pêk anîn. Di êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de di navbera Amerîka, Rûsya û Tirkiyê de lihevkirin hebûn ku di serî de Kobanê jî kirin hedef. Lê belê hikumeta AKP'ê dema xwest li herêmê mayînde bibe, niha bi rewşekê re rû bi rû maye ku êdî deverên kontrol dike, ji dest dide. Piştî ku di Sibata 2020'an de Rûsyayê êrişa hewayî li ser herêmê kir, hêdî hêdî hevsengî guherîn û hikumeta Şamê herêmên xwedî girîngiyeke stratejîk ji nû ve bi dest xistin. Tevî ku artêşa Tirk red kir ku li gel çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bê dîtin ku dûvika El-Qaîdeyê ye, Rûsyayê li van herêman xist û di êrişên hewayî de 34 leşkerên Tirk hatin kuştin. Erdogan bi tawîzên nû yên ji Pûtîn re neçar ma xwe li vê rewşê ragire, artêşa Tirk jî hin nuqteyên çavdêriyê vala kirin û xwe vekişand."  

'HEVSENGIYA LI IDLIBÊ ERDOGAN DITENGIJÎNE'

Alî Ergîn Demîrhan îşaret pê kir ku pêkneanîna taehudên ku li Idlibê dane, aliyekî din e ku zextê li Erdogan dike û got: "Hikumeta Erdogan hêzeke mezin li Idlibê kom dike û îşaret pê dike ku ew ê jê dernekeve. Moskov û Şam banga bidawîkirina hebûna artêşa Tirk li Sûriyê û banga derketina wê ji Idlibê dikin. Venekişîna artêşa Tirk tê wateya rîska şerê li dijî artêşa Sûriyê ya bi desteka Rûsyayê. Şerekî nû yê Idlibê dê pêleke nû ya koçberiya cîhadîst û sivîlan ber bi Tirkiyê ve çêke. Ev yek dê AKP-MHP'ê di nava siyaseta navxweyî de bitengijîne."

Demîrhan got her hêzek li ser erdê bi hebûna xwe ya leşkerî dan û standinan dike û diyar kir ku Erdogan hem bi Rûsya hem jî bi DYA'yê re li ser erdê di nav têkiliyê de ye û hewl dide nîşan bide ku yekane hêza NATO'yê ya li herêmê ew e û got: "Erdogan berê ji krîzên di navbera Amerîka û Rûsyayê de sûd werdigirt. Lê belê di konjonktura nû de dê rewş ne bi vî rengî be. Tu mecbûriyeta NATO'yê nîn e ku di vî şerî de destekê bide Tirkiyê. Me dît ku bendewariyên berê têk diçin. DYA hêza herî mezin a NATO'yê ye, berevajî dema Trump nekete nava têkiliyeke wiha. Ev yek nîşan dide ku blofên nû dikarin rê li ber windakirina qadên nû veke."

'ARMANC EW E KU KURD NEBIN XWEDÎ STATU'

Rojnamevan Alî Ergun Demîrhan diyar kir ku armanca tehdîda dawîn a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev e ku gelê Kurd li wir nebe xwedî statu û wiha domand: "Kurdên li Sûriyê şer dikin, ji aliyekî ve hewl didin bînin ser xeta Barzanî. Her wiha dan û standinên girêdayî çareseriyê bi hikumeta Sûriyê û Rûsyayê re hene. Statuya Kurdan li dijî kodên dewleta Tirk e. Di vê pêvajoyê de ne tenê Erdogan, hemû fraksiyonên desthilatdar ên ku qala mayîndebûna dewleta xwe dikin, xwedî wê fikrê ne ku planeke nû derxin holê. Ne dûr e ku li van herêman şer û pevçûnên nû rû bidin. Di rewşa êrişeke gengaz de Erdogan ew çend rehet nîn e. Ji bo Erdogan di Sibata 2020'an de, şert û merc ji yên îro guncawtir bûn. Tirkiye stratejiya mayîna li ser herêmê dimeşîne. Artêşa Tirk piştî êrişa Rûsan zirarên mezin dan artêşa Sûriyê. Çekên xwe yên nû bi kar anîn. Bê guman Rûsyayê kapasîteya artêşa Tirk di vî şerî de gelekî baş hîn kiriye û ev yek dikare ji bo Tirkiyê gelekî giran be. Heke em tevgera Kurdan a li Rojava di çarçoveya xweparastinê de bidin ber çavan, ev yek dikare ji bo Tirkiyê wek hişyariyekê bê nirxandin. Divê gel û muxalefeta li Tirkiyê xwe ji vê pevçûna ku pêwîstiyek e ji bo kontrgerîla û Erdogan, dûr bixin. Divê ev îdiaya Erdogan a ku ez nûnertiya Tirkiyê dikim, deynin aliyekî û nakokiyên vê yekê derxin holê û nîşan bidin ku berjewendiyên gelê Tirk ne di şerekî wiha de ye.”

Demîrhan got: "Şoreşgerên Tirkiyê li dijî çeteyên DAIŞ'ê û piştevanên wan di berxwedana Kobanê de bûn yek. Di vê berxwedanê de hemû mirovahiyê rewşeke wisa dît ku dema tê xwestin dikarin empatiyê bikin û bi ser bikevin. Hemû pêkhate baş dizanin ku wekheviyeke siyasî ya gelê Kurd bi berxwedana civakî ya li rojavayê Firatê re tê cem hev. Di vê pêvajoyê de divê gelê Kurd ji ferzkirina pêwendiyên ku wan dikin amûr, dûr bikeve û li ser bingeha xwerêveberî û xweparastina rewa rêya xwe diyar bikin.”

‘DIVÊ BERJEWENDIYÊN HEVPAR ÊN GELÊN ROJHILATA NAVÎN BÊN PARASTIN'

Alî Ergîn Demîrhan axaftina xwe wiha domand: "Heke Kurd li dijî destwerdanên nerewa û êrişên paşverû pozîsyoneke ku berjewendiyên hevpar ên gelên Rojhilata Navîn diparêzin pêş bixin, ev yek dê ji bo Kurdan serkeftina herî mezin be. Heke desteka navneteweyî ya di dema dorpêçkirina Kobanê de çêbûbe, ev yek bi berxwedana xweparastinê ya hêzên Kurd a li dijî DAIŞ'ê pêk hat.”

Demîrhan diyar kir ku çawa ku berxwedana Kobanê bû destpêkeke, êrişa gengaz a li dijî Til Rifet an jî Idlibê jî dê bibe destpêkek û got: "Hêmana bingehîn a di vir de dê bersiva tevgerên li dijî cîhadîstan be. Di vê pêvajoyê de tu êriş dê ne hêsan bin. Dibe ku şerên giran rû bidin, nemaze ji bo pirsgirêka li Idlibê çareseriyeke hêsan tune ye. Pêvajoya li pêş îhtîmala pevçûnekê zêde dike. Di nava van nakokiyan de pir girîng e ku mirov bizane bê ka dê berê çekan bidin ku derê. Di vê pêvajoyê de divê mirov hişyarî be û hemû parametre û hevsengiyan hesab bike."  

Rojnamevan Alî Ergîn Demîrhan wiha lê zêde kir: "Gelên Ereb û Kurd wek muxatab li ber xwe didin, gelên Rojhilata Navîn li ber xwe didin. Heke em vê yeke nebînin, dibe ku tifaqên din ên nepixandî derkevin pêşberî me."

ANHA