Rêveberya Deriyê Pêşxabûr 74 daxwaznameyên derbasbûna Başûr red kir

Rêveberiya Deriyê Pêşxabûr ji 126 daxwaznameyênderbasbûna Başûrê Kurdistanê 74 daxwazeyên bi hincetên kêmbûna agahiyan di belgeyan de qebûl nekir.

Rêveberya Deriyê Pêşxabûr 74 daxwaznameyên derbasbûna Başûr red kir
25 cotmeh, 2021   14:12
QAMIŞLO

Deriyê Pêşxabûr ê di navber Rojava û Başûrê Kurdistanê de di bin serweriya PDK'ê de ye.

PDK'ê demên berê girtekên derbasbûna Başûr û di nav de daxwanameyên derbasbûnê asê kirin.

Li gorî agahiyan ku çavkaniyan ji deriyê Sêmalka yê li beramberî Pêşxabûr dane, Rêveberiyê Deriyê Pêşxabûr ji 126 daxwanameyên welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên derbasbûna Başûrê Kurdistanê, 74 daxwazname red kirin û kêmbûna agahiyan di belgeyên serlêdana derbasbûnê de kir hincet.

Li gorî çavkaniyan, piraniya daxwaznameyan derbasbûnê ji bo tedawiyê bûn.

(dm)

ANHA