Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin

Meclis Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Minbicê û ciwanên PYD'ê yên Kobanê bi daxuyaniyan bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li Kobanê şeremar kirin.

Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin
25 cotmeh, 2021   15:12
MINBIC –KOBANÊ

Endamên Meclis Malbatên Şehîdan a Minbicê li ber navenda meclisê kom bûn û têkildarî êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser bajarê Kobanê daxuyanî dan. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Rebîh Îzedîn daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ber Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin û hate gotin: "Dewleta Tirk her tim hewl dide ewlehiya û aramiya herêmê têk bibe, di van hewldanan de çete û şaneyên xwe yên veşartî bi kar tîne û bi awayekî plankirî êrişî herêmên me dike da ku aloziyê gûr bike û şer biafirîne, her wiha nasnameya resen a herêmê reş bike û niştecihên resen koçber bike, nîşaneyên vê yekê rewşa li herêmên dagirkirî ye."

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk hembêzgeha terorê ye û dîroka wê bi qirkirin û qetilkirina sivîlan dagirtî ye û wiha hate domandin: "Sûcê herî dawî li bajarê berxwedanê Kobanê bû. Kobanê ji mezintirîn û xeterkirîn rêxistina terorê li cîhanê bû goristan. Her wiha êrişên li ser Til Temir, warê berxwedanê Eyn Îsayê, qetilkirina sivîlan li ber çavê cîhanê têne kirin bêyî ku guh bide lihevkirin û peymanên navnetweyî."

Di daxuyaniyê de bêdengiya li hemberî êrişên Tirkiyê wekî şirîkatiya sûcan hate destnîşankirin û wiha hate bidawîkirin: "Em bang li raya giştî ya cîhanê, civaka navneteweyî û xwediyiên wijdanê dikin ku bi lez bikevin tevgerê, rê li ber kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên bakurê Sûriyê bigirin. Em malbatên şehîdan me berdêl dan û ji bo azadiya xaka xwe û gelê xwe em hemû fedayî ne."

/ar/uploads/files/2021/10/25/141200_thdydat-e28093alahtlal-altrky-mstmrh-ala-e28093almntqh-25-10-2021-28129.webp

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê daxuyaniyek li ber navenda tevgerê da. Hevseroka tevgerê ya şaxê Minbicê Hedîl El-Casim daxuyanî xwend.

Ciwanan êrişên dewleta Tirk û kiryarên PDK'ê yên li ser gelên Sûriyê û Iraqê şeremzar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker di rojên dawî de binpêkirinên xwe li dijî sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê, bi tabyet li keleha berxwedanê Kobanê zêde kirin. Kobanê navenda destpêkê ya serkeftina li hemberî mezintirîn rêxistina terorîst li cîhanê ye. Dewleta Tirk bi balafiran sivîlên Kobanê kirin hedef, di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Ev kiryar sûceke li dijî rêgzên exlaq û mirovahiyê ye.

Ji vî cihê em soz didin şehîdên şoreşê û soz didin rêberê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan û tevahî gelên herêmê ku em ê li hemberî kiryarên sûc ên faşîzma Tirk û PDK'ê bisekin û li her cihî wekî zinarekî li pêşiya wan bin heta ku serkeftina gelên azad li hemberî zilmê pêk were."

Piştî xwendina daxuyaniyê  diruşmeya silavkirina berxwedana gelê azad hatin berzkirin.

/ar/uploads/files/2021/10/25/141214_shbybh-kwbany-hdf-trkya-mn-alhjmat-ifshal-mshrwa-alidarh-althatyh.webp

Ciwanên PYD'ê yên bajarê Kobanê daxuyanî da. Endama Meclisa Ciwanên PYD'ê ya Kobanê Nezha Mihemed daxuyanî xwend, êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser bajarê Kobanê şeremzar kir û got, armanc jê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û valakirina herêmê ji niştecihên wê ye.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Şoreşa Rojava ji bajarê Kobanê dest pê kir, ji Kobanê rêxistina DAIŞ a terorîst şikest. Dewleta Tirk a  dagirker ji destpêka şoreşê ve bi rêya çeteyên xwe hewl da şoreşê vemirîne. Piştî ku ev planên wê têk çûn, neçar ma ku bi xwe destwerdanê bike û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser pirsgirêkên hundirîn ên Tirkiyê û nakokiyên wê bi NATO û Rûsya re û hate gotin, "Tirkiyê gelekî lawaz bûye,dema ku mîna van êrişan pêk tîne, nayê wateya ku bi hêz e, her wiha sîxûrên xwe li herêmê birêxistin dike da ku armancên wê pêk bîne."

Ciwanan piştgiriya xwe bi QSD, YPG û YPJ re anî ziman.

ANHA