Nûçegihanê me topbarana bê ser û ber li ser gundên Til Temirê belge kir

Nûçegihanê ajansa me li Til Temirê topbarana bê ser û ber li ser gundên navçeya Til Temirê şopand û piştrast kir ku top li nava malên sivîlan dikevin.

Nûçegihanê me topbarana bê ser û ber li ser gundên Til Temirê belge kir
25 cotmeh, 2021   13:15
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Nûçegihanê me li Til Temirê piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên sibehê gundên Til Şenan û Til Cûma yê Asûriyan topbaran dikin û bi taybetî malên sivîlan hedef digire.

Nûçegihanê me daxuyand ku dagirkeriya Tirk gundên navçeyê bê ser û ber bi çekên giran hedef digire.

Ajansa me demeke berê hedefgirtina goristana şehîdan a gundê Til Şenan ê Asûriyan û hedefgirtina dibistana Til Cûma û goristana gund, belge kiribû.

(cx)

ANHA