Oldaran bang li PDK'ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike

Kongreya Civaka Îslama Demokratîk, Kombûna Olan, Nivîsgeha Karûbarên Ol û Baweriyan serdana çalakiya li deriyê Sêmalkayê kirin û bang li PDK'ê kirin ku cenazeyê şehîdan radestî malbatên wan bike.

Oldaran bang li PDK'ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike
Oldaran bang li PDK'ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike
Oldaran bang li PDK'ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike
Oldaran bang li PDK'ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike
Oldaran bang li PDK'ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike
Oldaran bang li PDK'ê kir ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike
25 cotmeh, 2021   13:37
QAMIŞLO

Li Deriyê Sêmalka çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên di kemîna PDK’ê de şehîd bûne berdewam dike. Îro şandeyek ji Kongreya Civaka Îslama Demokratîk, Kombûna Olan û Nivîsgha Karûbarên Ol û Baweriyan û malbatên şehîdan serdana çalakiyê kirin.

Di çalakiyê de axaftin ji aliyê oldaran ve hate kirin ku îşaret bi nirxên şehadetê hate kirin.

Paşê endamê Meclisa Oldaran a Serêkaniyê Heysem Xelîl nameyeke xwend û xîtabî PDK'ê hate kirin.

Di peyama oldaran hate gotin: "Ji bo hikumeta Herêma Kurdistanê û ji bo gelê Kurd ê berxwedêr ê li Başûrê Kurdistanê; bi navê oldar, mirovahî, rihê neteweyî em bang li we dikin ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin da ku li goristana şehîdan li kêleka hevalên xwe yên ku ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê têkoşiyan, werin veşartin.

Hûn jî êş û xemgîniya malbatên van şehîdan ji roja şehadetê ve û heya niha dizanin, wê xemgîn bin heya ku cenazeyên zarokên xwe yên pîroz werbigirin.

Bizanibin, dijmin hemû rêbazên nerewa bi kar tîne da ku fitne û nakokiyan di navbera gelekî de derxînin, welatê me dabeşî çar parçeyan kirin û hebûna wê û mafên wê ku xweda dayê, înkar dike.

Çeka herî xeter a ku dijmin sûdê jê digire, nakokî ne. Heger gelê têkoşer bibe yek wê dijmin nikaribe îrade û rêveberiya wê têk bibe. Divê hemû ji bo razîdkirina xwedê û gelê bindest û berxwedêr kar bikin. Careke din em banga radestkirina cenazeyan bi karwanekî bi heybet ji malbatên wan re dikin."

ANHA